rojane
-

TAJÊ: Em ê ji kujerên şewitandina 19 jinên Êzidî hesab bipirsin
TAJÊ di daxuyaniya ku bi boneya 10’emîn salvegera qetilkirina 19 jinên Êzidî de da, got ku “Ji bo ji berpirsên vê fermanê ku di destê wan de xwîna civaka me heye hesab bê xwestin û edalet ciyê xwe bibîne, em ê têbikoşin.”
-

Rexneyên Mafên Mirovan li ser qanûnên nû yên Talîbanê
Qanûnên nû yên ku ji aliyê Talîbanê ve li ser jin û keçan hatine ferzkirin, bi taybetî jî yên têkildarî hevberdan û zewacê, wekî binpêkirineke eşkere ya mafên wan ên bingehîn têne dîtin û nêzîkatiyeke cudakar xurt dikin.
-

Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê hat binçavkirin
Nûçeghana Ajansa Mezopotamyayê (MA), Sema Bîngol di dema şopandina merasîma bîranîna Etem Sarisuluk ku li Guvenpark a navçeya Çankaya ya Enqereyê hatibû organîzekirin, rastî lêdanê hat û hat binçavkirin.
-

‘Em ji Abya Yala hêviya xwe diparêzin, em hemû YPJ ne’
Li bajarê Cali ya Kolombiyayê, ji bo nîşandana hevgirtina bi YPJ’ê re çalakiyeke hat lidarxistin û tê de peyama “Em ji Abya Yala hêviya xwe diparêzin, em hemû YPJ ne” hat dayîn.
-

Ji Helbestvan Ferzane Ferehbed tu agahî nayê girtin
Ev 40 roj in ji helbestavan û pêşkêşvan Ferzane Ferehbed ji Sebzewarê û hevjînê wê çalakvanê sendîkayê Elîreza Şayegan girtî ne. Agahiyek zelal li ser doza wan nayê parvekirin.
-

Jinên Başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe bi YPJ'ê re ragihandin
Jinên ji Başûrê Kurdistanê, di nav de rojnamevan, çalakvan û parêzer, li ser tora dijîtal dîmenê biştgiriya bi YPJ’ê re parvekirin.
-

Li dijî xwendekarên Zanîngeha Tehranê dosyayên disîplînê hatine vekirin
Zanîngeha Tehranê bi zêdetirî 10 xwendekaran re têkilî danî û ragihand ku li dijî wan dosyayên dîsîplînê hatine vekirin û ew bi tohmetên wekî "teşwîqkirina bêserûberî û serhildanê" û "bûn hêmanek sereke ya civînek neqanûnî" re rû bi rû ne.
-

Li Silêmaniyê çalakiyek ji bo zarokên nexweşiya penceşêrê hat lidarxistin
Rêxistina Tenduristiya Kurdistanê bi hevkariya Nexweşxaneya Hîwa li Silêmaniyê, bi boneya roja cîhanî ya zarokan, ji bo kêfxweşkirina zarokên nexweşiya penceşêrê, rêzeçalakiyên psîkolojîk û belavkirina diyariyan lidar xist.
-

Nesrîn Sotoudeh îşkenceyên li girtîgehên Îranê vegot
Parêzer û çalakvana mafên mirovan Nesrîn Sotoudeh, di demeke ku li Îranê înternet bi qismî tê dayîn de, li ser şert û mercên navendên girtinê yên ku ji hêla Wezareta Îstîxbaratê ve têne rêvebirin, nivîsek parve kir.
-

SOHR: Di meha Gulanê de 15 jin mirin
SOHR’ê ragihand ku di meha Gulanê de li seranserê Sûriyeyê 287 kes mirine, di nav wan de 15 jinên ku ji ber bûyerên tundiyê yên cûda mirine, hene.
-

Hejmara Hezîranê ya Rojnameya Newaya Jin derket
Têkoşîna azadiyê ya jinan, avakirina civaka demokratîk, pêvajoya aştiyê, jiyana ekolojîk û nîqaşên li ser Jineolojiyê di hejmara meha Hezîranê ya rojnameya Newaya Jin de cih girt.
-

Mafên zarokan li ser kaxezê ne û tundî û destdirêjiya li ser wan didome
Îro roja zarokan a cîhanê ye. Îro, dema behsa qanûn û peyman ji bo parastina zarokan têne kirin, hê bi mîlyonan zarok li çaraliyê cîhanê, bi taybet li deverên şer, rastî tacîz, destdirêjî û nebûna pêdiviyên bingehîn tên.
-

Li Kirmanşanê jin û polîtîkayên asîmîlasyonê
Li Kirmaşanê, polîtîkayên asîmîlasyonê ne tenê ziman û çand dike hedef, bandor li jiyana rojane û nasnameyên kesan jî kiriye. Lê jin, wek aktorên sereke yên berxwedan û têkbirina van polîtîkayan derdikevin holê.
-

YPJ di têkbirina DAIŞ’ê de rolek girîng lîst
Di 31’ê Gulanê de ji bo piştgiriya YPJ’ê li bajarê Qamişlo meşek girseyî hatibû lidar xistin. Jinên ku beşdarî meşa piştgiriya YPJ’ê bûn anîn ziman ku YPJ’ê nûnertiya hemû jinan dike û gotin: “YPJ’ê bi hêz û têkoşîna xwe terora DAIŞ’ê têk bir.”
-

Piştê fermanê stargeha Êzidiyan: Geliyê Kersê
Îro gelek eşîrên weke Feqîr, Xalta, Korkork di nava Geliyê Kersê de xwe spartine çiyayê Şengalê. Di bin asîmanê şîn û roja pîroz de ji kaniya Dadoş ava xwe vedixwin. Ji mezinên xwe fêr bûne ku ger Êzidî bimînin ew ê li Çiyayê Şengalê be.
-

‘Em ji bo aştiyeke dadperwer û bi rûmet her tiştî dikin’
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) li Amed bi dê û bavên zarokên kerr û kêmbihîst (CODA) re civiya. Di civînê de aştî hate nîqaş kirin.
-

Li Silêmaniyeyê sêyemîn pêşangeha Hunerê ya Zarokên Otîstîk vebû
Îro, pêşangeha sêyemîn a hunerî ya Navenda Otîzmê ya Silêmaniyê, bi sernavê "Dema ku Peyv Bêdeng Dibin, Huner Diaxive, Bi Hev re Ber bi Cîhaneke Têgihîştinê ve” vebû.
-

Jinên Qamişloyî: Heta ku YPJ neyê qebûlkirin em ê têbikoşin
Jinan li bajarê Qamişloyê meşeke girseyî ji bo YPJ’ê li dar xist û ji bo piştgiriya bi YPJ’ê re gotin: “Bi hêz, têkoşîn û îradeya jinan wê YPJ di destûra Sûriyeyê de were qebûlkirin.”
-

‘Îran şert û mercên şer ji bo bêdengkirina muxalefeta navxweyî bikartîne’
Rêxistina Efûya Navneteweyî, di rapora xwe ya dawî de îdia dike ku rejîma Îranê polîtîkayên xwe yên tepeserkirin û ewlehiyê di nav welêt de bi girîngî zêde kiriye, bi karanîna tiştê ku ew wekî "şert û mercên şer" bi nav dike.
-

Ji NY hişyariya Xeza: Plana Îsraîl a berfirehkirinê dê rewşa zarokan xirabtir bike
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku plana Îsraîlê ya berfirehkirina kontrola Zîvala Xeza ji sedî 70’an dê tenduristî, şert û mercên jiyanê yên zarokên ku jixwe di bin şert û mercên mirovî yên giran de têkoşînê dikin, hîn xirabtir bike.