rojane
-

Werzîşvana Kurd di Şampiyoniya Ewropayê de du madalya qezenc kir
Werzişvana Kurd Bêrîtan Cemal Heme Hesen a 13 salî, li Elmanyayê di tûrnûvaya navneteweyî ya Muay Thai de pileya yekem û di kickboxingê de jî pileya duyem bi dest xist.
-

Girtiyên siyasî yên Kurd li girtîgehên Evîn û Yezdê dest bi greva birçîbûnê dikin
Çar girtiyên siyasî yên Kurd ragihandin ku ew ê di salvegera çaremîn a qetilkirina Jina Emînî û destpêkirina serhildana "Jin Jiyan Azadî" de, ji bo piştgiriya greva giştî dest bi greva birçîbûnê bikin.
-

Bi lîstika "Cuhayê Muhteşem" re çîroka gelêrî li Cezayîrê ji nû ve vejiya
Li paytexta Cezayîrê ji bo danasîna rêzefîlma anîmasyon a "Cuhayê Muhteşem" şeveke çandî hate lidarxistin. Hunermendên jin ên ciwan bi şanoyê cîhana "Cuha" ji nû ve zindî kirin û bi nêrîneke nûjen nêzî mîrateya çandî bûn.
-

Li Yemenê 18 hezar malbat koçber bûn
Li Yemenê ji ber zêdebûna liv û tevgerên leşkerî bi hezaran malbat ji cih û warên xwe bûn, bi dehan sivîl hatin kuştin û xebatên alîkariyê jî ji ber fikarên ewlehiyê hatin rawestandin.
-

Li Îranê zext û cezayên giran li dijî girtiyên siyasî û welatiyan didome
Zextên rejîma Îranê li dijî girtiyên siyasî û welatiyan didome. Dayîk û kurek hatin mehkûmkirin, girtiyeke siyasî rû bi rûyê metirsiya jiyanê ye û sê welatiyên Baheyî hatin girtin.
-

Li Îranê greva birçîbûnê ya li girtîgehan ket hefteya 138’an
Di salvegera "Jin Jiyan Azadî" de, kampanyaya li dijî darvekirinê ragihand ku grev li 62 girtîgehan didome û banga lezgîn li NY'yê kir.
-

Li parlementoya Suriyeyê gotinên li dijî mamosteyên jin bûn sedema bertekan
Li Sûriyeyê nîqaşên li ser rola jinan a di perwerdeyê de careke din geş bûn; gotinên parlementerekî ku zêdebûna hejmara mamosteyên jin wekî kêmasî nîşan dabûn, di raya giştî de bûn sedema bertekan û wekî nêrîneke paşverû û kevneşopî hatin nirxandin.
-

Di lêpirsîna Gulistan Doku de 4 gumanbarên din hatin girtin
Serdozgeriya Komarê ya Erziromê di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de li dijî 11 gumanbaran bi tohmeta "veşartina delîlan" operasyon dabû destpêkirin, di encamê de 4 kes hatin girtin û hejmara girtiyên giştî derket 36 kesan.
-

Werîşe Muradî: Azadiya civakê bi azadiya jinan ve girêdayî ye
Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî di peyama xwe ya salvegera 4’emîn a şoreşa "Jin Jiyan Azadî" de destnîşan kir ku ev şoreş ne tenê pêvajoyek qediyayî ye, belkî berdewamiya têkoşînek azadîxwaz e.
-

Jinên Yemenê ji bo aştiyeke domdar dixwazin kota ji sedî 30 be
Di dawiya komxebata projeya "Rêberî û Bandora Jinan" de li Yemenê, jinên pêşeng bal kişandin ser astengiyên siyasî û civakî yên li pêşiya xwe û gotin ji bo çareserkirina qeyranên welêt avakirina rêxistineke jinan a yekgirtî hewce ye.
-

Der barê 18 xwendekarên zanîngeha teknolojî ya Amirkabîr de biryara dûrxistinê
Ji ber xwepêşandanan du xwendekar ji ber sûcê ‘bêrêziya li dijî alê’ ji dibistanê hatin avêtin. Sê xwendekarên din jî ji bo demek ji dibistanên hatin dûrxistin. Her wiha 10 xwendekarên din jî hinek demkî hatin dûrxistin, hinek jî hatin avêtin.
-

Maî Sato: Dengê berxwedana jinan nekarî bê birîn
Raportora taybet a Mafên Mirovan a NY ya Îranê Maî Sato bi boneya çaremîn salvegera kuştina Jina Emînî li ser platforma X’ê diyar kir ku berxwedan û biryardariya jin û zarokên keç ên Efganî ji bo mafê wekhev û azadiya takekesî, bênavber didome.
-

Dersînorkirina penaberên Efgan ji Îran û Pakistanê didome
Komîsyona Çareserkirina Pirsgirêkên Penaberan ragihand ku bi hezaran penaberên Efgan bi zorê hatine dersînorkirin û wan vegerandin welatê ku neçar mabûn jê derbikevin.
-

Zêdetirî sê hefteyan e ti agahî ji aktivîsta Azerbaycanî Gozel Necefî nayê girtin
Aktivîsta Azerî Gozel Necefî zêdetirî sê hefteyan e ku hatiye binçavkirin. Lê belê cihê ragirtina wê, sûcdariyên li ser wê û rewşa wê ya tenduristiyê bi temamî nayên zanîn. Ev rewş jî fikarên cidî çêdike.
-

Abdullah Ocalan: Rêya aştiyê vekirî ye, dem dema gavên şênber e
Heyeta Îmraliyê ya ku li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re civiya, destnîşan kir ku Ocalan gotiye pêvajoya aştiyê di qonaxeke dîrokî de ye û ji bo çareseriya demokratîk divê gavên pratîkî bên avêtin.
-

Li Îranê xetereya darvekirinê li ser zarok û jinan mezin dibe
Li gorî rapora nû, di nava 100 kesên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn de herî kêm pênc jin û pênc kesên ku di dema sûc de di bin 18 salî de bûn cih digirin. Rêxistinê banga lezgîn li civaka navneteweyî kir.
-

Li Yemenê di êrîşên Hûsiyan de 150 sivîl hatin kuştin
Wezareta Mafên Mirovan a Yemenê ragihand ku ji ber êrîşên herêmî yên koma Hûsî di demeke kurt de 150 sivîl hatine kuştin, bi hezaran kes koçber bûne û krîzeke mirovî ya mezin li welêt derketiye holê.
-

Li zanîngeha Tahranê li dijî 40 xwendekaran lêpirsînên dîsîplînê hatin destpêkirin
Li Zanîngeha Tehranê, piştî xwepêşandan û kombûnên meha Sibata 2026’an, li dijî 40 xwendekaran lêpirsînên dîsîplînê hatin destpêkirin. Piştî zêdetirî heft mehan, ev dosya hîn jî di nav zanîngehê de têne lêkolînkirin.
-

Ji KJAR pirtûka “Pêtên Kolanan”
KJAR’ê di çaremîn salvegera serhildana 'Jin Jiyan Azadî' de pirtûka ”Pêtên Kolanan” weşand. Pirtûk li ser rola cangoriyan di rêya azadiyê de têkoşîna li dijî saziyê zordar û mêrsalar analîz dike.
-

Krîza mirovî li Sûdanê: Nêzî 100 hezar kes li Nîla Şîn koçber bûne
Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) hişyarî da ku ji ber pevçûnên berdewam ên li Sûdanê, li herêma Nîla Şîn nêzî 100 hezar kesî cihê xwe guhertine. Li gorî daneyan, ji sedî 47 ê koçberan zarok in.