Bi lîstika "Cuhayê Muhteşem" re çîroka gelêrî li Cezayîrê ji nû ve vejiya
Li paytexta Cezayîrê ji bo danasîna rêzefîlma anîmasyon a "Cuhayê Muhteşem" şeveke çandî hate lidarxistin. Hunermendên jin ên ciwan bi şanoyê cîhana "Cuha" ji nû ve zindî kirin û bi nêrîneke nûjen nêzî mîrateya çandî bûn.
NECWA RAHAM
Cezayîr – Duh li navenda "Fantasia Land" a li paytexta Cezayîrê, , ji bo danasîna rêzefîlma anîmasyon a bi navê "Cuhayê Muhteşem” şeveke çandî hate lidarxistin. Nûnerên sektorên çand û karsaziyê, endamên medyayê û nûnerên dîplomatîk ên li Cezayîrê jî beşdarî çalakiyê bûn.
Hunermendên jinên ciwan ên li Cezayîrê, li ser dikê cîhana "Cuha" ji nû ve zindî kirin û ji bo bîra çandî şiroveyeke nûjen anîn. Ev ezmûn, di mijara vejandina çîrokên gelêrî û şirovekirina nû ya sembolên wan ên kevneşopî de hebûna nifşeke nû ya hunermendên jin datîne holê.
Hunermendên jinên ciwan ên Cezayîrî, biryar dan ku cîhana "Cuha" bi rêya şanoyê ji nû ve bigrin dest û bivî awayî bi rêya rolên pêşeng ên jinan re nêrîneke nûjen bidin çîroka gelêrî. Nour Bilil rola "Stranbêj", Hala Disawî jî rola "Soz" lîst. Armanca projeyê ew e ku nifşeke nû ya hunermendên jin beşdarî pêvajoya ji nû ve pêşkêşkirina beşek ji mîrateya çandî ya Cezayîrê bike.
Hunermend Nur Bilil a li Navenda Ciwanan a Mezafran-Zeralda di qada şano û mîrateya Endulusî de xebat dimeşîme, rola “stranbêj zindî kir. Nur Bilil, anî ziman ku ev ezmûn derfet mezin da wê ku bi hunermendên jinên ciwan re bixebite û beşdariya xwe wekî "ezmûneke hêja" pênase kir û da zanîn ku di vê pêvajoyê de gelek lîstikvan û hunermendan nas kiriye. Nur Bilil, daxwaza xwe ya dubarekirina vê ezmûnê ya di pêşerojê de anî ziman.
Hala Disavî ya ji heman koma şanoyê, rola "Soz" lîst. Hala Disavî, da zanîn ku hêvî dile performansa wê ji aliyê temaşevan bê ecibandin û diyar kir ku ew hîs dike rola xwe bi serkeftî bi cih aniye û karaktera hêyî wekî ku xwestiye pêşkêş kiriye.
Ezmûnên her du hunermendan, çîroka gel bi pirsekî ku sînorên pêşandanê derbas dike re rûbirû dihêle. Çîrokên gelêrî tenê bi mîzah û zanîn re sînor namîne, di heman demê de têgehên kûr ên têkildarî jin, mêr, malbat, têkilî û rolên civakî jî dihewînin. Lewma di roja me ya îro de pêşkêşkirina wan a bi awayekî nû, derfetê dide hunermendên jin û mêr ku li şûna dubarekirina van, ji nû ve dest bigrin.
Ev rêzefîlma ji heft beşan pêk tê, serpêhatiyên Cuhayê yên li deverên cuda yên Cezayîrê vedibêje û peyamên mîzah, xweşbinî û jiyana bi hev re pêşkêş dike. Cuha, li welatên cuda bi navên cûda tê naskirin û li Tirkiye û Balkanan jî bi navê Nasreddîn Xoce tê naskirin.