Di lêpirsîna Gulistan Doku de 4 gumanbarên din hatin girtin
Serdozgeriya Komarê ya Erziromê di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de li dijî 11 gumanbaran bi tohmeta "veşartina delîlan" operasyon dabû destpêkirin, di encamê de 4 kes hatin girtin û hejmara girtiyên giştî derket 36 kesan.
Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de, Serdozgeriya Komarê ya Erziromê li dijî 11 gumanbaran, ku di nav wan de polîsên teqawîtbûyî û çalak jî hene, bi tohmeta "veşartina delîlan û destwerdana pêvajoya lêpirsînê" dest bi lêpirsînê kiriye.
Çar ji wan kesên ku di girtin, lêgerîn û desteserkirinên hevdem ên li heft bajaran de hatine kirin, hatine girtin û yek jî di bin çavdêriya dadwerî de hatiye berdan.
Hat diyarkirin ku li dijî şeş gumanbarên mayî jî doz berdewam dike. Bi van girtinên dawî re, hejmara giştî ya kesên ku di lêpirsînê de hatine girtin gihîştiye 36 kesan.