rojane
-

Li Yemenê di êrîşên Hûsiyan de 150 sivîl hatin kuştin
Wezareta Mafên Mirovan a Yemenê ragihand ku ji ber êrîşên herêmî yên koma Hûsî di demeke kurt de 150 sivîl hatine kuştin, bi hezaran kes koçber bûne û krîzeke mirovî ya mezin li welêt derketiye holê.
-

Li zanîngeha Tahranê li dijî 40 xwendekaran lêpirsînên dîsîplînê hatin destpêkirin
Li Zanîngeha Tehranê, piştî xwepêşandan û kombûnên meha Sibata 2026’an, li dijî 40 xwendekaran lêpirsînên dîsîplînê hatin destpêkirin. Piştî zêdetirî heft mehan, ev dosya hîn jî di nav zanîngehê de têne lêkolînkirin.
-

Ji KJAR pirtûka “Pêtên Kolanan”
KJAR’ê di çaremîn salvegera serhildana 'Jin Jiyan Azadî' de pirtûka ”Pêtên Kolanan” weşand. Pirtûk li ser rola cangoriyan di rêya azadiyê de têkoşîna li dijî saziyê zordar û mêrsalar analîz dike.
-

Krîza mirovî li Sûdanê: Nêzî 100 hezar kes li Nîla Şîn koçber bûne
Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) hişyarî da ku ji ber pevçûnên berdewam ên li Sûdanê, li herêma Nîla Şîn nêzî 100 hezar kesî cihê xwe guhertine. Li gorî daneyan, ji sedî 47 ê koçberan zarok in.
-

Li Xezayê perav bûn qada hunerê
Tevî şert û mercên herî giran ên dorpêçê, jin û ciwanên Xezayê li peravê hatin gel hev û huner veguherandin mertaleke berxwedanê. Çalakiyê bi rêya sînema û muzîkê banga aştiyê kir û got: "Hîn jî li vir ji bo jiyanê cih heye.”
-

‘Zimanê dayîkê nasname û dîroka nifşên pêşerojê ye’
Di daxuyaniya Kongra Star de hat tekezkirin ku biryarên Wezareta Perwerdehiyê yên li dijî zimanê Kurdî û êrîşên li ser nirxên gel, bi ti awayî nayên qebûlkirin. Saziyê destnîşan kir ku zimanê dayîkê nasname û dîroka nifşên pêşerojê ye.
-

Xwendekarên Qamişloyê: Em biryara li hember zimanê xwe qebûl nakin
Xwendekarên ku beşdarî xwepêşandana Yekîtiya Xwendekaran a li bajarê Qamişloyê bûn, gotin ku biryara 27’ê Tebaxê ya ku zimanê Kurdî heftiyê tenê bi sê saetan sînordar kir, qebûl nakin.
-

Sendîkaya Mamosteyên Kurdistanê: ‘Jin Jiyan Azadî’ nîşaneya nerazîbûna kûr û kombûyî ya civaka Îranê ye
Encûmena Sendîkaya Mamosteyên Kurdistanê diyar kir ku serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ asoyek mayînde ya ber bi pêkanîna rûmeta mirovan, wekhevî, mafên jinan û pejirandina pirrengiya civakî ve ye.
-

HPJ: Şoreşa Jin Jiyan Azadî û felsefeya Rêber Apo, sîstema mêrsalar hejand
HPJ’ê di salvegera 4’emîn a şoreşa “Jin Jiyan Azadî” de diyar kir ku ev şoreş mîhenga sedsala jinê ye. HPJ’ê da zanîn ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sîstema mêrsalar hejandiye û banga xwedîderketina li destkeftiyên şoreşê kir.
-

Li Sûdanê jin ji bo parastina ‘bazara jinan’ daketin qadan
Li bajarê Kassalaya Sûdanê, jinên ku li bazara xwe ya dîrokî bi firotina berhemên herêmî debara malbatên xwe dikin, li dijî biryara hilweşandina dikanên xwe xwepêşandanek aştiyane li dar xistin û xwestin biryar tavilê bê betalkirin.
-

Kongra Star: 4 salên ‘Jin Jiyan Azadî’ dîsa nîşan da ku zordarî nikare vîna gelan bişkîne
Di salvegera 4’emîn a serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ de, Kongra Star polîtîkayên zordar ên Îranê şermezar kir, ev dirûşme wekî felsefeya jiyana azad pênase kir û soz da ku ew ê têkoşîna jinan mezin bikin.
-

Dayîkên Aştiyê li Wanê: Divê hewldanên aştiyê bi ser bikevin
Merasîmên sersaxiyê yên li bajarê Wanê ku bi hezaran kes tevlî bûn bûn qada banga aştiyê. Dayîkên ku di serdanan de axivîn, bal kişandin ser berdêlên ku di têkoşînê de hatine dayîn û gotin: “Em serkeftina pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dixwazin.”
-

-

Zeynep Erdem di salvegera şahadeta xwe de li Mexmûrê hate bîranîn
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, di bin pêşengtiya Meclîsa Îştar de Şoreşger Jiyan (Zeynep Erdem) a di 13’ê Îlona sala 1995’an de li wargeha Etrûşê di encama gulebarana PDK’ê de şehîd bû hate bibîranîn.
-

Bereya Piştevaniya bi Rojavayê Kurdistanê re piştgiriya xwe bi Rojava re ragihand
Li Silêmaniyê, Bereya Piştevaniya Bi Rojavayê Kurdistanê re daxuyaniyek da û destnîşan kir ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê peyman û mafên zimanê Kurdî binpê dike. Bereyê da xuyakirin ku gelê Kurd dê li hemberî her cure êrîş û ferzkirinan li ber xwe bide.
-

Li Xorasana Razavî qeyrana avê: Jiyana 261 hezar kesî girêdayî tankerên gerok e
Li 589 gundên seranserê Xorasana Razavî qeyrana avê kûr dibe; ava vexwarinê ya zêdetirî 261 hezar niştecihên gundan tenê bi rêya tankerên gerok tê dabînkirin.
-

Rojnamevana Sûdanî Ayşe El-Majîdî hat binçavkirin
Malbata rojnamevan Ayşe El-Majîdî ragihand ku keça wan ji aliyê rayedarên Sûdanê ve hatiye binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hatiye birin. Malbatê daxwaza eşkerekirina cihê wê, sedema binçavkirina wê û misogerkirina ewlehî û mafên wê yên yasayî kir.
-

Ji Partiyên Rojhilatê Kurdistanê banga greva giştî
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê, bi daxuyaniyekê bang li hemû welatiyan kir ku beşdarî greva giştî ya 16’ê Îlonê bibin.
-

8 roj in şewata li daristanên Mahur Milatî yên Mamseniyê didome
Şewata ku li daristanên Mahur Milatî yên Mamseniyê derketibû, di roja 8'an de jî didome. Jîngehparêz dibêjin hezar Mirov û gelek hektar daristan wêran bûne, lê rayedar hêj amarên fermî nedane.
-

Li Venedîkê serkeftina dîrokî: May El-Touxy hêjayî xelata şêrê zêr hate dîtin
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê, bi merasîmekê bi dawî bû. Fîlma "The Unknown Woman" bi xelata Şêrê Zêr û xelata lîstikvaniya herî baş re nîşanek li ser festîvalê hişt.