rojane
-

Li Îranê ji sedî 70 cihên avî zuha dibin
Zuhabûna cihên avî li Îranê, veguheriye qeyraneke mezin. Ev qeyran, bi zêdebûna bayê bi xwelî, xîz û bahozan gefê li rengîniya biyolojîk dixwe û zirara li ser jiyan û çavkaniyên debara civakên herêmî her diçe zêdetir dibe.
-

Li Kongoyê şewata malê li dibistanan belav bû: 29 xwendekar mirin
Li bajarê Bukavuyê yê Komara Demokratîk a Kongoyê, şewata ku ji malekê dest pê kir û derbasî du dibistanan bû, bû sedema karesatê. 29 xwendekaran jiyana xwe ji dest dan û 25 xwendekar jî birîndar bûn.
-

-

Ji jinên Êzidî bang: Hêza parastin sazî û dezgehên me nas bikin
Jinên ku beşdarî meşa girseyî ya Sinûnê bûn, gotin: “Ji zarokên me pê ve kes divê parastina Şengalê neke. Divê Iraq hebûna wan qebûl bike û mafê civaka me bide. Hêza parastin sazî û dezgehên me nas bikin.”
-

Li Sûriyeyê di du bûyerên cuda de du jinên ciwan hatin kuştin
Li Sûriyeyê tundî û bûyerên kuştina jinan bê navber didomin. Li gorî daneyên dawî, tenê di sala 2026'an de bi dehan jin hatine qetilkirin û fikarên li ser bêcezahiştina sûcdaran zêde dibin.
-

Li Yemenê 36 hezar û 179 binpêkirinên li dijî zarokan hatin belgekirin
Di rapora Tora Mafên Mirovan û Azadiyan a Yemenê de hate eşkerekirin ku ji sala 2017'an an vir ve bi dehhezaran zarok rastî kuştin, birîndarbûn, leşkerkirin û binpêkirinên giran hatine û bi milyonan zarok jî ji perwerdeyê bêpar mane.
-

Di nava 6 mehan de li Îranê herî kêm 59 girtiyên siyasî hatin darvekirin
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan û Navenda Mafên Mirovan a Abdorrahman Boroumand di rapora xwe ya hevbeş de diyar kirin ku Komara Îslamî di nava şeş mehan de 59 kes darve kirine. Rêxistinan bal kişandin ser metirsiya li ser jiyana jinên siyasî yên girtî.
-

Bihayê malzemeyên dibistanê barê malbatan duqat dike
Bi nêzbûna sala xwendinê re, bihayê malzemeyên xwendinê li Îranê çend qat zêde bû. Qeyrana aborî ne tenê dibe sedem ku malbat nikaribin malzemeyan bikirin, di heman demê de xwendekaran ji derfetên perwerdeyê jî bêpar dihêle.
-

Fîlmên çar aliyê Kurdistanê li Silêmanî hatin nîqaşkirin
Di çarçoveya berdewamiya Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Silêmaniyê de, panelek bi sernavê ‘Mihrîcana Kurdî û Nasname’ bi beşdariya fîlmçêkerên ji her çar aliyên Kurdistanê hate lidarxistin.
-

Ji partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê ji bo Abdullah Ocalan banga ‘Mafê Hêviyê’
Li Başûrê Kurdistanê 28 partiyên siyasî, rêxistinên civakî û kesayetan bi pêşengiya “Komîteya Azadî ji bo Abdullah Ocalan” nameyek ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şand û daxwaza bicihanîna "mafê hêviyê" ji bo Abdullah Ocalan kir.
-

UNICEF: Karesatên avhewayê zarokên keç ji dibistanê dûr dixe
Li gorî hişyariya nû ya UNICEF’ê, guherîna avhewayê êdî ne tenê gefê li jîngeh û tenduristiyê dixwe, rasterast bandorê li pêşeroj û perwerdeya zarokan jî dike. UNICEF’ê da zanîn ku herî zêde zarokên keç ji van encaman zirarê dibînin.
-

Wezîrê Dadê: Dibe ku cenazeyê Gulistan bi madeyên kîmyewî hatibe tunekirin
Wezîrê Dadê Akin Gurlek li ser doza Gulistan Doku daxuyaniyek da û diyar kir ku îdia li ser windakirina cenaze hene. Gurlek da zanîn ku dibe ku cihê cenaze çend caran hatibe guherandin û bi madeyên kîmyewî bi tevahî hatibe tunekirin.
-

Gelê Qamişloyê: Saetên ku hatine diyarkirin, ji bo zimanê me têr nake
Di meşa ku li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin de peyama “Saetên ku hatine diyarkirin, ji bo zimanê me têr nake” hat dayîn.
-

Mîhrîcana El-Fal Al-Nisa'i: Pîrozkirina mîrateya Sûdanê û projeyên jinan
Zêdetirî 400 jinên Sûdanî li bajarê Dongolayê ji bo mîhrîcana "El-Fal Al-Nisa'i" li hev civiyan. Jinan bal kişandin ser însiyatîfên ku armanca wan, bihêzkirina aborî ya jinan e.
-

Li dijî kuştina jinan kampanya hat destpêkirin
Ji bo pêşîlêgirtina tundî û kuştina jinan li Başûrê Kurdistanê Tora 8’ê Adarê’ kampanyayek da destpêkirin û banga piştirîdayîna kampanyayê li hemû beşên civakê hat kirin.
-

Li Yemenê krîza mirovî giran dibe: Di êrîşa Hûsiyan a li ser Maribê de sê zarok hatin kuştin
Li Yemenê rewşa mirovî roj bi roj xirabtir dibe. Milîsên Hûsî tevî hişyariyan jî êrîşên xwe yên li ser kampên koçber û cihên niştecihbûnê didomînin; di êrîşa dawî ya li bajarê Maribê de sê zarok hatin kuştin û şeş sivîl jî birîndar bûn.
-

Rejîma Îranê 5 sal cezayê girtîgehê û salek ji ber hîcaba bi zorê da Nêrgiz Heyderî
Rahênera fitnessê û pêşxistina bedenê Nêrgiz Heyderî ku di xwepêşandanên meha Çileyê de li Îranê de hatibû binçavkirin, bi 5 sal cezayê girtîgehê û salek ‘fermankirina qenciyê’ hate cezakirin.
-

Şeyda Maruf: Ji bo arşîvkirina dîroka jinan divê zîhniyeta serdest bê şikandin
Nivîskar û wergêrvan Şeyda Maruf bal kişand ku tomarkirina dîroka jinan ji ber zîhniyeta serdest a mêr û astengiyên civakî hatiye paşguhkirin û got ku divê jin dîroka xwe ji nû ve binivîsînin, çîrokên xwe arşîv bikin û ji nifşên pêşerojê re bihêlin.
-

Amargî Umut: Kes nikare pêşiya şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ bigre
Di çaremîn salvegera şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ de, Amargî Umut tekez kir ku tevî zextên rejîma Îranê jî jin serî natewînin û pêwîst e bi parastina xweser û perwerdeyê têkoşîna xwe xurt bikin.
-

NY: Polîtîkayên Talîbanê yên li dijî jinan û binpêkirinên mafên mirovan kûr dibin
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY’ê, diyar kir ku Talîbanê zextên xwe zêde kiriye û cîhanê jî gelê Efganistanê bi qeyranên giran re tenê hiştiye.