Di Foruma MERI de Îlham Ehmed pêvajoya nû ya li Sûriyeyê nirxand

Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed da zanîn ku Sûriyeyê cara yekem Kurd bi awayekî fermî nas kirin û hin destwerdan hene ku dixwazin li herêmê aloziyê derxin.

Navenda Nûçeyan – Foruma MERI ya 2026'an îro li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê dest pê kir. Ev forum her sal ji aliyê Enstîtuya Lêkolînan a Rojhilata Navîn (MERI) ve tê lidarxistin. Gelek siyasetmedar û dîplomatên ji Başûrê Kurdistanê, Iraq, Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û qada navneteweyî tevlî forumê bûn.

Ev forum dê 2 rojan bidome. Di forumê de dê rewşa ewlehiyê ya herêmê, pirsgirêka Kurdan, siberoja Iraqê û pêvajoya siyasî ya di navbera Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê de bi berfirehî bên nirxandin.

‘Naskirina ziman û nasnameya Kurdî gava herî bingehîn e’

Panela yekemîn li ser rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hate lidarxistin û Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Gel a Sûriyeyê Îlham Ehmed jî di vê panelê de axêver bû.

Îlham Ehmed bal kişand ser naskirina mafên Kurdan û fermîbûna zimanê Kurdî û wiha got: “Zimanê Kurdî bi biryara Serokatiya Sûriyeyê hatiye naskirin. Sûriyeyê cara yekem Kurd bi awayekî fermî nas kirine. Naskirina nasnameya Kurdan gava herî bingehîn e. Mijara zimanê Kurdî ji bo me gelekî girîng e.”

Entegrasyon, HSD û rewşa sînoran

Îlham Ehmed diyar kir ku pêvajoya entegrasyonê bû alîkar ku bajarên Sûriyeyê bi ser xwe ve bên û deriyên sînorî ji nû ve bên vekirin û vegera welatiyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hêsantir bibe. Îlham Ehmed bal kişand ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya di nava artêşa Sûriyeyê de û da zanîn ku heta niha bi rêjeyeke baş pêk hatiye û bi vî rengî alîkariya serweriya aramiyê kiriye.

‘Di Rola jinan de paşketineke berbiçav heye’

Îlham Ehmed bal kişand ser rola jinan û tecrubeya Rêvebiriya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê û ev yek anî ziman: “Tecrubeya Rêveberiya Xweser ji bo beşdariya jinan a di qadên jiyana giştî, siyasî û aborî de modelekî pêşeng pêşkêş kir. Lê îro dema hêzên leşkerî û saziyên Rêvebiriya Xweser tevlî saziyên dewletê dibin, em dibînin ku di rola jinan de paşketinek berbiçav heye. Em vê yekê wekî astengiyeke li ber beşdariya jinan ya di navendên biryardanê de dibînin.”

‘Biryarname dîrokî ye lê di pratîkê de kêm dimîne’

Îlham Ehmed anî ziman ku pêvajoya entegrasyonê hê jî di qonaxa ceribandinê de ye û wiha axivî: “Bi rêya derketina biryarnameyeke serokatiyê ya ku hebûna gelê Kurd, çand û zimanê wê nas dike, destkeftiyek pêk hat. Ev naskirin cara yekem e li ser asta Sûriyeyê çêdibe û pêngaveke dîrokî ye. Lê ev biryarname di aliyê pratîkî de kêm dimîne, bi taybet li ser mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî mekanîzmayên berbiçav û zelal ên li ser erdê nîn in.”

Xetereyên li ber aramiya mayînde

Îlham Ehmed li ser nezelaliya mekanîzmayên bicihanîna biryarên hikûmetê hişyarî da û wiha domand: “Ji ber nebûna zelaliyê car caran tevlihevî çêdibin. Divê dewlet mekanîzmayên zelal deyne, aramiya aborî xurt bike û aliyê ewlehiyê kontrol bike. Alozî hîn jî hene. Hinek destwerdan hene da ku herêm aloz bibe. Hişmendiya nijadperest û tundrewî ya hinek koman li gel destwerdanên derve dibin sedema têkdana aramiyê û rê li ber lihevkirina navxweyî digirin.”

Îlham Ehmedê her wiha destnîşan kir ku pêvajoya entegrasyonê destkeftî anîne holê lê heta aramiya mayînde pêk bê, pêwîstî bi şopandin, bi israrbûn û mekanîzmayên pratîkî heye.