Daneyên şewatên li Başûrê Kurdistanê asta texrîbata li ser jîngehê nîşan didin

Li Başûrê Kurdistanê, ji ber bombebaranê çiya zirar dibîbin û bi projeyên bi navê ‘pêşxistinê’ tên dagirkirin. Daneyên heyî nîşan didin ku her diçe jîngeha ji bo mirov bêhngirtin e tune dibe.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî- Di van salên dawî de şewatên zevî, daristan û çiyayan, li başûrê Kurdistanê gelek zêde bûne ev jî dibe sedem ku jîngeh xirab bibe. Bi riya bombarana ji aliyê dewleta Tirk jîngeha Kurdistanê zirarên mezin dibîne. Her wiha sîstema sermayedar sedemeke din a jinavbirina jîngeha herêma Kurdistanê ye, şewat û tunekirina çiyayan û danîna projeyan, şewata navçeyan jîngeha herêma Kurdistan tune dike.

Li gorî daneyên ajansa me berhev kirine cih û derên ku hatine şewitandin ev in:

Ji ber bombebarana navçeyên sînorî ji aliyê dewleta Tirk ve bi armanca qirkirina jîngeha Başûrê Kurdistan tenê di sala borî de 58 hezar zevî û daristan hatin şewitandin.

Li gorî daneyên pêşîlêgirtina şaristanî ya Hewlêrê, ji 1’ê Çileya heta 31’ê Adara 2024’an 407 bûyerên şewatê li navçeyên cuda yên Hewlêrê derketin.

Li gorî nûçeyên Rêveberiya Polîsên Daristanê û jîngeha parêzegeha Silêmaniyê belav kirine, bûyerên şewatan bi vî awayî ne;

-Di 3’ê Hezîranê de li bajarokê Dûkanê nêzî 10 donim zevî şewitî.

-Di 6’ê Hezîranê de li her sê navçeyên sînorê Gewrêdî li bajarokê Akçeler, gundê Baraw û gundê Hurmziyar û Kanî şaye û qûşqaye zevî şewitîn.

-Di 9’ê Hezîranê de li sê navçeyên cuda yên sînorê gundê Çingyan 50 donim zevî, dar û rez û baxên hemwelatiyan şewitîn. Her wiha li navçeya Berzence nêzî 20 dar şewitîn. Her wiha li gundê Guxlan ê girêdayî navçeya Germik zêdeyî 500 donim zevî û darên xwezayî şewitîn.

-Di 10’ê Hezîranê de li sînorê gundê Sûtke li sînorê Akçeler, 100 donim zevî şewitîn.

-Di 11’ê Hezîranê de li gundê Bazava û Gaplun nêzî 3000 donim zevî û 4 donim rez û baxçeyên hemwelatiyan şewitîn.

-Her wiha di heman rojê de agir bi sînorê gundê Çingayin, Kanî Dirke, Ezeban û Nûdî ket û 500 donim erazî û baxçeyên hemwelatiyan şewitîn.

-Di 13’ê Hezîranê de agir bi zeviyên 3 navçeyên cuda ket. Li sînorê gundê Nûdî yê ser bi navçeya Sîtek 5 donim erazî şewitî. Li sînorê dola Dûkan û Gundê Wêle yê navçeya Erbet, zêdeyî 20 donim erazî û daristan şewitîn.

-Di 17’ê Hezîranê de du cihên cuda şewitîn. Li gundê Zê yê sînorê navçeya Zelanê nêzî 250 donim zevî şewitîn. Her wiha li sînorê Mêrgepan nêzî 5 donim zevî şewitin û 50 darên xwezayî şewitîn.

-Di 21’ê Hezîranê de du bûyerên şewatê rûdan. Li sînorê bajarokê Çûrta, li gundê Dêgel zêdeyî 150 donim zeviyên cotyaran şewitîn, sînorê gundên Wêke û Derbenfeqer li sînorê navçeya Erbat 500 donim zevî û zêdeyî 120 dar şewitîn.

-Di 22’ê Hezîranê de dû bûyerên şewatê rû dan, li sînorê gindê Dergezîn nêzî 10 donim zevî û genim şewitîn. Sînorê gundê Kilşkeran û Bêyî 500 donim daristan û genimê cotyaran şewitîn.

-Di 23’ê Hezîranê de 4 bûyerên şewatê derketin, li sînorê gundê Pêncewîn gundê Şaba û Ehmed Klun nêzî 300 donim eraziyên genim şewitîn. Her wiha di encama şewata sînorê navçeya Erbet 50 donim erazî şewitî (agir li gundê, Mîrza Rûstemê Biçûk ê girêdayî navçeya Xedran ket) û li çiyayê Mîryasa û Newtî Şêwe Qazî û Feqîre li sînorê Qeredaxê, nêzî 2 donim zevî şewitî.

-Di 24’ê Hezîranê de li navçeya Pîremegrûn 20 donim erazî şewitî.

-Di 25’ê Hezîranê de li sînorê gundê Bizêniyan nêzî 100 donim erazî şewitî.

-Di 26’ê Hezîranê de sê bûyerên şewatê rû dan. Li gundê Xiraye yê girêdayî navçeya Erbet nêzî 60 donim zevî şewitî. Her wiha li sînorê gundê Mûrtek û Birîm Awa, nêzî 450 donim zevî şewitin. Li sînorê gundên Akçeler jî nêzî 2500 donim zevî û daristan şewitîn.

‘Şewata zevî û daristanan dibe sedema tunekirina jîngehê’

Jîngehparêz û cîgira serokê Rêxistina Lahayî ya Cînesode Besoz Bekir Elî diyar kir ku ji ber zêdebûna hejmara hemwelatiyan her dem jîngeh qirêj dibe. Ji bo jîngehek bi tendirust divê xweza were parastin, şewat jî sedemek din ê qirêjbûna jîngehê ye û wiha got: “Şewata daristan û navçeyên sînor tenê ziyanê nade zeviyan, ziyanê dide tevahî zindiyan. Li ser rûyê erde gelek zindî hene ji ber wê di parastina hemû zindiyan de mirov berpirsyarê yekem e. Şewata daristan û zeviyan dibin sedema tunebûna jîngehê û madeyên xakê. Piştî şewata xakê û zeviyan karê şînkirinê berhemên çandiniyê heta demekê bi paş dikevin. Di şewata zeviyan de şeş kîlo nîtrocîn û 25 kilo potasyom derdikeve her wiha piştî şewatê zevî hişk dibin û êdî şîn nabin.”

‘Divê ji bo parastina jîngehê cotkar werin hişyarkirin’

Besoz Bekir Elî da zanîn ku ji ber şewata navçeyan pêwîstî bi oksîjen û made û germê heye. Di werza havînan de pileya germahiyê zêde dibe û sedema şewatê jî bi pileya zêde ya germayê ve tê girêdan û wiha domand: “Dema madeyak yan jî şûşeyek li erdê be, bi erde re dibe yek, piştre tenê pêwîstî bi germahiyek kêm heye ji bo derketina agir û bi vê riyê navçeyên xwedî zevî û daristan dişewitin. Ji ber wê divê muameleya li gel jîngehê rast be. Jîngeh milkê gişti ye û her kes ji têkçûna jîngehê berpirsyar e. Divê cotyar werin hişyarkirin dema ku zeviyên xwe diçînin, pişre bila neşewitînin, ji ber ku piştî şewatê ziyan digihîje zevî û jîngehê lê belê dikarin zeviyên xwe bikêlin da ku madeyên endamî zêde bibe.”

‘Sermayedar ji bo berjewendiyên xwe yên taybet çiyayan dagir dikin’

Besoz Bekir Elî der barê zêdebûna nûçeyên şewata çiyayan di çapemeniyê de ku tenê weke nûçeyekê behs dikin û bê encam dibe de wiha got: “Kêmxemiya aliyên pêwendîdar der barê şewatê de dibe sedema zêdebûna têkdana jîngehê. Dema darek tê birîn, destxweşî dikin lê belê dema darek tê şewitandin kêm kes tên cezakirin. Hebûna projeyên li navçeyên çiyayî ziyanek mezin didin jîngehê, sermayedar ji bo berjewendiyên xwe yên taybet çiyayan dagir dikin. Ev çend sal in hikumeta Kurdistanê heye, dikarin projeyên şînkirinê pêk bînin lê belê armanca wan wêrankirina navçeyan e.”

Besoz Bekir Elî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê pirsgirêka jîngehê li herêma Kurdistanê bibe ya sereke. Ji ber hemû kes berpirsyarên qirêjbûna jîngeha Kurdistanê ne. Pêwîst e dayik û bav hewl bidin zarokên xwe perwerde bikin di warê jîngehê de da ku bikaribin nifşek ciwan û jîngehek bi tendirust hebe.”