Li Qamişloyê maratona biskiletê hat lidarxistin

Bi boneya 3’ê Hezîranê Roja Cîhanî ya Biskilêtan û 5’ê Hezîranê Roja Cîhanî ya Jîngehê, Insiyatîfa “Ez biskilêtekî dixwazim” û Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehî li Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê maratona biskiletê li dar xist.

Qamişlo- Bi boneya 3’ê Hezîranê Roja Cîhanî ya Biskilêtan û 5’ê Hezîranê Roja Cîhanî ya Jîngehê, Insiyatîfa “Ez biskilêtekî Dixwazim” û Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehî di bin dirûşmeya “Bi hev re em gerestêrka xwe vegerînin” maratona biskiletê li dar xistin. Maraton bi beşdariya 15 ciwanan  ji Çarxerêya Şehîd Rûbar a bajarê Qamişlo dest pê kir û li Çarxerêya Osman Sebrî bi dawî bû.

‘Bisiklêt ji jîngeh û mirovan re dost e’

Têkildarî maratonê, Kaptana  Înîsiyatîfa “Ez biskilêtekî dixwazim” Mîdya Xanim got ku gereke mirov paqijiya bajar û jîngeha xwe biparêze û wiha pê de çû: “Ev jî nîşan dide ku dûmana otomobîlan dibe sedema belavbûna nexweşiyan. Berevajî biskîlet saxlemtir in û divê em serî li wan bidin. Nemaze di vê heyamê de, ji ber ku avhewa diguhere û germahî zêde dibe ji ber nebûna cihên kesk û dûmana ku ji ber otombîl û kargehan derdikeve gelek xeter e. Bêguman biskilêt ji jîngeh û mirovan re dostekî baş e.”

‘Ji bo parastina jîngehê zêdetir xebat pêwîst dike’

Mîdya Xanim bang li saziyên pêwendîdar kir ku ji bo parastina jîngehê zêdetir bixebitin û wiha bi dawî kir: “Em bang li saziyên bi jîngehê re eleqedar dikin ku ji bo zêdekirina qada kesk, parastina jîngehê û nehiştina bandorên xirabûna avhewayê li herêmê bixebitin. Ji bo kêmkirina qirêjiya hawirdorê û ji bo gihandina fikra ku di van deman de siwarbûna bisiklêtan pir girîng e van însiyatîfa û çalakiyan li dar dixin.”