Ekolojîst: Divê talan nebe qedera vê erdnîgariyê

Ekolojîstan diyar kirin ku divê li herêmên Amed û Mêrdînê ku şewat derket û 15 kesan jiyana xwe ji dest dane, weke herêmên karesatê bên îlankirin û gotin ku jiyana zindiyan li ber çavan nayê girtin, divê ev talan nebe qedera vê erdnîgariyê.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Ji ber şewata di navbera navçeya Amed Xana Axpar (Çinar) û Şemrexa Mêrdînê de ku şeva 20’ê Hezîranê ji têlên elektrîkê derketibû, di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan sewal mirin, serdanên herêmê berdewam dikin. Dema ku gundiyan xwe amade dikirin ku der barê DEDAŞ’ê de dozê vekin, ekolojîstên ku li herêmê lêkolîn kirin, îdiayên ku ji ber şewata pirêzeyan şewat derketiye derewandin.

Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Parastin û Hawirdorê ya Munzûrê Hatun Esen û endama Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Semra Mamut têkildarî lêkolîn û çavdêriyên xwe yên li herêmê ji ajansa me re nirxandin kirin.

‘Wê şevê tenê asîman bû şahidê qêrîna wan’

Hatun Esen diyar kir ku divê têkoşîna ekolojiyê bi hev re bê meşandin û bi gotinên; “Gelê Kurdistanê her dem bi tenê birînên xwe derman kiriye” anî ziman ku bi axaftina bi gel re dikaribûn bi qetlîama ku wê şevê pêk hat empatiyê bikin û got: “Asîman û ew tenê bûn şahidê qêrîna wan a wê şevê. Dîsa hinek kes hebûn ku li hemberî qêrîna wan bêdeng man. Dema em li gund geriyan, me dît ku li kêleka 15 kesan, gelek sewal û berxikên wan mirine. Gelek tiştê zindî mirin. Ji bo me ax pîroz e û zindiyên li ser wê axê xwedî mafê jiyanê ne.”

‘Êşên gel hatin paşguhkirin’

Hatun Esen, anî ziman ku DEDAŞ’ê bi rojan elektrîk li gundên ku şewat derketiye qut kirine û got: “Beriya şewatê jî vê rewşê gelek caran berdewam dikir. Wê demê jî hemû alavên elektrîkê yên gundiyan xera bûne yan jî şewitîne. Bi vê polîtîkaya ku li vir hat meşandin, keda gel qet li ber çavan nehat girtin. Hatin van stûnan tamîr kirin da ku xeletiyên xwe veşêrin. Ev rewş qet ne li gorî mirovahiyê ye, ji bo wijdana xwe rehet bikin vê dikin. Medyaya sereke jî di vê pêvajoyê de rola sê meymûnan lîst. Wan êş û windayên vî gelî paşguh kirin.”

‘Divê ev talan nebe qedera vê erdnîgariyê’

Hatun Esen, anî ziman ku divê herêm weke herêma felaketê bê îlankirin û wiha berdewam kir: “Çiyayên me hatin bombekirin, daristanên me hatin şewitandin û dîsa darên me hatin birîn. Destûr nedan em agir vemirînin, em neçar man ji dûr ve li şewatan temaşe bikin. Ev çiya, ev daristan, ev zindî tune bûn. Ava me kirin qurbana bendavan. Dema ku birîna wan a daristanan qediya êdî şewat derket. Divê ev talan nebe qedera vê erdnîgariyê. Werin em hemû dengê xwe bilind bikin û ji vê yekê re bibêjin raweste. Êdî rondikên dayikên me zuha bûne. Wek ekolojîst, xwezî em wê şevê li vê derê bûna. Wê şevê ev der bû Kerbela. Ev rewş şerma vî welatî ye. Li vî welatî qey helîkopter tune ne? Avê neanîn û vî agirî venemirandin, tenê lê temaşe kirin.”

‘Li Kurdistanê tunekirina ekolojiyê bi awayekî sîstematîk berdewam dike’

Endama Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Semra Mamut jî diyar kir ku li ser banga Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li gel ekolojîstên ji gelek deverên Tirkiye û Kurdistanê hatine, li qada ku şewat lê derketiye lêkolîn kirine. Semra Mamut, anî ziman ku bi armanca lêkolîn û hevgirtinê bi gel re, hatine qada ku şewat lê derketiye û diyar kir ku gel di hevdîtinên xwe de qala îhmalan kiriye.

Semra Mamut anî ziman ku şewata di encama mudaxeleya dereng de derketiye veguheriye karesatê û wiha got: “Em bi zîhniyeteke ku tu carî berpirsyariyê qebûl nake û piştgiriyê dide polîtîkayên sermaye û şîrketan re rû bi rû ne. Mixabin li Kurdistanê tunekirina ekolojîk a sîstematîk û qetlîamên piştî wê bênavber berdewam dikin. Îro me careke din vê wêneyê xirab dît.”

Semra Mamut anî ziman ku şewat û birandina daran, di demên dawî de bi awayekî sîstematîk, parçeyek ji polîtîkayên bêmirovkirina Kurdistanê ye û got: “Ne jiyana mirovan û ne jî ya sewalan li ber çavan nehat girtin. Qadên wan ên jiyanê hatin tunekirin. Beriya vê qetlîamê jî xelkê vê derê gelek caran anî ziman ku gelek caran bê elektrîk û av mane. Ev jî mînaka polîtîkaya bêmirovkirin û koçberiyê ye ku li Kurdistanê tê meşandin. Em bi awayekî sîstematîk dibin şahidên vê rewşê jî.”