‘Herema Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji guhertina avhewayê zirarê dibîne’

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ku di van salên dawî de ji ber germa zêde, bahoza tozê û zuhabûn çêbûye gelek proje ji aliyê Rêveberiya Jîngehê ve hatin destpêkirin da ku bandorên wan kêm bikin.

DELAL REMEDAN

Hesekê-Guherîna avhewayê dibe sedema gelek bandorên xirab; zêdebûna pileyên germahiyê, belavbûna şewata daristanan, zêdebûna tundiya bageran, zêdebûna rêjeya helîna berfê û berfirehbûna çolbûnê li gelek welatên cîhanê zêde bûye. Ev guherîn li ser heremên Bakur û rojhiltê Sûriyeyê jî bandora xwe dike. Li kêlek guherîna avhewayê dagirkerî, qutkirina avê, topbaranên beşahî û hewayî ya dewleta Tirk hîn zêdetir jiyana gelê heremê dixe nav xeteriyê. Ev jî bi xwe re krîza aborî, civakê û rê li ber koçberiyê vedike.

Rêvebera Jîngehê ya li bajarê Hesekê yê bajarê Cizîrê Rovend Ebdo der barê guherîna avhewayê ji ajansa me re axivî.

 ‘Bilindbûna pileyên germahiyê weke kareseteke jîngehî tê dîtin’

Der barê bandora guherîna avhewayê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêvebera Jîngehê ya bajarê Hesekê Rovend Ebdo got: “Diyardeya guherîna avhewayê pirsgirêkeke cîhanî ye û herî zêde jî herema me jê bandor dibe. Li gelek deverên cîhanê di van salan de gelek lehî rabûn, pileyên germahiyê bilindbûn. Di sala 2023’an de pileya germahiyê li hin herêmên cîhanê gihîşt 60 pileyan, ji ber wê ev bilindbûn weke kareseteke jîngehî tê dîtin.”

‘Sîstema  kapîtalîzmê jîngeh ji bo armancên aborî bikar tîne’

Rovend Ebdo diyar kir ku sedema guhertina hewayê li cîhanê ji ber têkiliyên mirovan bi xwezayê re ye û wiha berdewam kir: “Mirov beriya hezaran salan bi xwezayê re yek bûn, xwe weke beşeke jê didîtin, tenê tişta pêwîst ji jîngehê digirtin. Bi derbasbûna salan re û derketina sîstemên kapîtalîzmê re ku jîngeh ji bo hesabê aboriya xwe bikartîne. Sotemenî û gaza normal weke jêderên enerjiyê bi kar anîn. Ew yek bû sedema zêdebûna rêjeya karbondîoksîtê û gazên din ên jehrîn.”

‘Bandora li ser herêmê û jiyanê ji her alî ve neyînî ye’

Rovend Ebdo der barê bandora guherîna hewayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de wiha got: “Bandora li ser herêmê û jiyanê ji her alî ve neyînî ye, zuhabûna çemên Firat û Dîcleyê, kêmbûna ava herêmê xeteriyan bi xwe tîne. Ji ber ku bikaranîna ava bîrê erd şor dibe û zeviyên çandiniyê zirarê dibînin her wiha li ser sewalkarî û çêrandin jî bandora xwe dike.”

‘Me hinek riyên çareseriyê dîtine’

Rovend Ebdo da zanîn ku Rêveberiya Jîngehparêz a bajarê Hesekê ji bo rûbirûbûna vê diyardeyê hinek çareserî pêşkêş kirine û wiha got: “Ji bo rûbirûbûna vê diyardeyê me hin çareserî dîtine, di nav de ku hewa hinekî şiltir bibe, pileyên germahiyê dakevin, em hewil didin li bajarê Hesekê şitilgehan zêde bikin. Her wiha li herêmên ku dar lê tune ne daristanan ava bikin. Li şûna sotemeniyê me xwe spartiye enerjiya rojê. Wekî din ji bo kargehên pîşeyî şertên jîngehî pêk bînin buroyên nirxandina jîngehê hene.”

Di dawiyê de Rovend Ebdo bang li welatiyan kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û çalakiyên hişyariyê li dar bixin ji ber erka herî zêde li ser milên civakê ye.