Li Kobanê komxebata jîngehê hat lidarxistin

Li bajarê Kobanê yê kantona Firatê Desteya Jîngehê ya kantona Firatê û Zanîngeha Kobanê bi wesîleya Roja Jîngehê ya Cîhanî komxebatek lidarxistin ku di nav de bal kişandin ser girîngî û rêbazên parastina jîngehê.

Kobanê- Di bin diruşmeya “Bi riya zanist û zanînê, ji bo jîngeheke paqij” Desteya Jîngehê ya kantona Firatê û Zanîngeha Kobanê yekemîn komxebata ekeolojîk ya bi wesîleya Roja Cîhanî ya Jîngehê birêxistin kir.

Di komxebata ku li navenda Çand û Hûnera Baqî Xido hat lidarxistin de, nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, endamên zanîngeh û desteya Jîngehê amedebûn.

 Komxebat li ser çar beşên sereke ku jin û jîngeh, bidarûberkirin weke çandeke domdar, qirêjiyên di jîngehê de, çavkaniyên avê û qirêjên wan li bajarê Kobanê hatin pêşkêşkirin.

Di navbera beşan de nirxandin, rexne, bilêvkirina pirsgirêkan û çareseriyên wan ji aliyê beşdarvanan ve hatin vegotin.

‘Dewleta Tirk rê nade pêşxistina xebatên ekolojîk’

Hevseroka Desteya Jîngehê ya kantona Firatê Almaz Romî têkildarî komxebatê wiha got: “Weke Deseya Jîngehê her sal bi vê boneyê em xebatên cur be cur didin meşandin ku me îsal jî xwest em bi riya komxebatekê vê rojê pêşwaz bikin. Bê gûman armaca komxebatê ewe ku em pirsgirêkên jîngehê ji nêz ve binasin û li gor vê yekê jî pilansaziyekê derxin. Weke tê zanîn em di herêmeke wiha de dijîn ku her tim rû bi rû yê bombebaran û êrîşan e ku ev di heman demê de bandoreke neyînî ya mezin li ser jîngeha herêmê jî dike. Bi taybet jî pergala me ya Netewa Demokratîk xwe dispêre jîngehê ku weke lingek sereke xwe dide der. Ji bo vê jî, çawa dewleta Tirk hemû destkeftiyên me dike armanc di heman demê de ziyanên mezin dighîne jîngehê jî.”

‘Emê bi pêşengiya jin civakeke ekolojîk ava bikin’

Almaz Romî  wiha bal kişand ser beşa jin û jîngehê: “Yek ji beşên me yên sereke li ser jin û jîngehê bû. Di dirêjahiya dîrokê de jinan xweza û jîngeh pêşxistin û parastin jî ku ev yek ji serdema neolotîkê de û heta niha hatiye teysandin. Di encama pergala kapîtalîzmi û serdest ya mêr de, berhemên jinan yên di warê ekolojî de hatin girtin û li hember civakê hatin bikaranîn ku di encamê de em gihîştin vê rewşa xeternak ya jîngehê. Ji bo vê jî em dibînin mirov ji rastî û cewherê xwe yê bi xwezayê ve girêdayî dûr ketin û kesayetên li gor pergala kapîtalîst hatin avakirin. Em jî weke Desteya Jîngehê û li gel tevahî saziyî û gelê xwe, bi hev re rêbazên parastin û avakirina civakeke ekolojîk, paqij û tendirûst pêşbixin.”