Kargeh bûne sedema tunebûna cihên çandiniyê

Seroka Beşa Zanista Jîngehê ya Zanîngeha Silêmaniyê Jînû Xalid bal kişand ku bê venêrîn avakirina kargehan bûye sedema tunebûna cihên çandiniyê û diyar kir ku divê beriya proje werin amadekirin, rapora nirxandina jîngehê li ber çavan were girtin.

NÎHAYET EHMED

Silêmanî – Li herêma Kurdistanê ji ber zêdebûna kargehên çîmento û bilok li herêmên çandiniyê bûye sedema tunebûna zeviyên çandiniyê û ziyanê didin jîngehê. Ev yek bi taybet li navçeyên nêzî bajaran rû didin û şêniyên li van deveran bertek nîşanî rewşê didin. Avakirina kargehên melzemeyên înşaetê dibin sedema tunebûna xwezayê.

Seroka Beşa Zanista Jîngehê ya Zanîngeha Silêmaniyê Jînû Xalid der barê bandorên avakirina kargehên çîmento, lîm û bilok ku ziyanê dide jîngeh û navçeyên çandiniyê de wiha got: “Niha berhemên binesaziyê bi rêjeyek berbiçav zêde bûne û daxwazek zêde ya civakê li ser heye. Ev jî bûye sedema sereke ya qirêjbûna jîngehê, xak, av, hewa û xwarin, hemû ev pêkheteyên ku me behs kirin rasterast pêwendî bi tendirustiya mirovan ve heye.”

‘Kargehên binesaziyê zirarek mezin didin çavkaniyên xwezayê’

Jînû Xalid da zanîn ku kargeh bandorê li çavkaniyên xwezayê dikin û wiha got: “Weke çavkaniya navçeyên çiyayî û daristan, dema kargehek tê avakirin helbet bandorê li navçeyên daristan û cihê çandiniyê dike. Ji bo wê gelek dar tên birîn û tune dibin. Çiyayek yan jî cihê çandiniyê ji bo bidestxistina madeya xam malzemeyên binesazî tên raberkirin. Ji ber wê di destpêka avakirina projeyê de bandorek xirab dihêle. Her wiha  bermahiyên çandiniyê sedemek din a qirêjiya jîngehê ne.

‘Hemû welat dixwazin ewlehiya xwarina wan hebe’

Jînû Xalid destnîşan kir ku hemû welat dixwazin ewlekariya wan a xwarinê bi riya parastina cihên çandiniyê hebe û wiha got: “Her welatê ku bixwaze navçeya xwe bi hêz bike divê destpêkê bingeha çandiniyê qayîm bike. Li vê derê kesên ku rastî qeyrana aborî ya li welat were ku qeyrana navxweyî, şer û bandora siyasî be, yan jî rastî karesatek xwezayî were, nikare bê av û xwarin bijî, ji ber wê yek ji sermayeya girîng a civakê çandinî ye.”

‘Divê proje di bin çavderiyê de bin’

Jînû Xalid di berdewamiya axaftina xwe de behsa çawaniya parastina navçeyên çandiniyê û kêmkirina kargehên pêkhateyên binesaziyan kir û wiha got: “Her projeyeke berhemanîna binesaziyê damezrîne, bernameya bi navê ‘Proseya bandora jîngehî’ bi riya vê bernameyê nêz bibe. Bi riya nêzbûna bernameyê bandora xirab a kargehan ava dike û bandorê li ser têkdana xak, av û cihê çandiniyê dike. Ev cure nirxandinê wisa dike ku pirsgirêka damezrandina projeya rast nîşan bide. Ji ber wê divê beriya damezrandina her projeyek bê amadekirina raporta nirxandina bandora jîngehê neçin aliyê bicihkirinê. Her wiha di dema rêdana her projeyek, pêwîst de salane çavdêriya wan hebe û nû bikin. Ji bo rêgiriyê li belavkirina pirsgirêk û nexweşiyên jîngehê bigrin.”

‘Divê herêmên çandiniyê werin parastin’

Jînû Xalid di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê aliyên berpirsyar zêdetir girîngî bidin navçeyên ku cihên çandiniyê li wan heye. Bi taybetî ew cihên ku bandora avakirina kargehên malzemeyên binesaziyê li wan heye. Divê siyaseta wezareta çandiniyê li gorî parastina çavkaniyên çandiniyê be. Di heman demê de divê li gorî zagon û rênimayan be û kesên ku rênimayên zagonî pêk neyne divê bi riya dadgehê doz li wan werin vekirin.”