Talana Ekolojîk li her derê ye: Divê em pêşî lê bigrin

Dilxwaza Platforma Hawirdorê ya Mugla Halîme Şaman bal kişand ser têkoşîna hevpar a li dijî qirkirina ekolojîk ku li Tirkiye û Kurdistanê tê meşandin û got: “Ên çavên wan têr nabin derdê wan sermaye ye li her derê ne divê em pêşî li vê yekê bigrin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Li dijî qirkirina ekolojîk li Tirkiye û Kurdistanê rojên borî li Amedê saziyên Yekitiya Ekolojîk hatin ba hev, têkoşîna ku li dijî vê talanê bidin meşandin û nexşeriya vê têkoşînê nîqaş kirin. Endama Yekitiya Ekolojîk û Dilxwaza Platforma Hawirdorê ya Muglayê Halîme Şaman bal kişand ser di vê pêvajoyê de girîngiya piştevanî û têkoşînê û got: “Ji bo xwezaya me tune nebe divê em têbikoşin.”

Li Kurdistanê barajên ewlehiyê, ocaxên madenê, birandina daran, bîrên lêgerîna petrolê û bi GES’yan qirkirina ekolojîk a tê meşandin her roja ku diçe zêde dibe. Li dijî vê talanê bi bertekên hatin nişandan hewl hat dayîn were astengkirin, qirkirin bi awayên cûda tê berdewamkirin. Ev polîtîkayên ku weke yên şerê taybet hebûna xwe ava kirine, bi armanca ku li rojava sermaye û gel xizantir bike dide meşandin. Ekolojîst li dijî tiştên tên jiyîn bal kişand ser têkoşîna hevpar, ji bo xebatên bi bandor û mayînde nîqaş hatin pêşxistin.

‘Têkoşîna ekolojîk ezberan xira kiriye’

Halîme Şaman got ku têkoşîna ekolojîk hevpar e û di vê wateyê de divê cihêkarî neyê kirin. Da zanîn ku ji bo darek li Amedê tê birin û li Muglayê dara tê birîn divê di heman xala têkoşînê de bibin yek û wiha got: “Têkoşîna ekolojîk, têkoşînek ku ezberan xira kiriye, maskeyan aniye xwarê ye. Di vê pêvajoya talanê de hînek rojevên sunî ava dikin, xala cihêkariyê ava dikin, dewlet jî hewl dide hebûna xwe li ser vê bide meşandin lê belê di vê xalê de sînoreke xwezayê nîn e. Bivirê ku li Şirnexê li çiqlek dara berûyê dikeve, li Egeyê li çiqlek zeytûnê dikeve. Em kirdeyên ku hebûna xwe li ser vê heqîqet û rastiyê pêk tînin e. Gavên ku em ji niha şûnde biavêjin wê di vê çarçoveyê de bin. Ji ber tu niyeteke rawestandina vê polîtakaya talanê nîn e.”

‘Li cîhanê rêveberiya dewletê ya şîrketê heye’

Halîme Şaman da zanîn ku xwediyên sermayeyê her roja ku diçe belavî her derê dibin, bûne dijminên her ber, ax û daran, ji bo vê yekê weke yekitiya ekolojîk rêbazên têkoşîna bi bandor nîqaş dikin. Halîme Şaman îşaret bi wê yekê kir ji niha şûnde gavên ku werin avêtin wê xîtabî beşên berfireh bikin û wiha got: “Sermaye ji bo her herêmê di rewşa firehkirî de, çalakiya li wê derê û têkoşîna rêbazên rê yên hişk baş dizane. Tam di vê xalê de em li ku derê bin bila bibin, em ê gotina xwe bibêjin. Em ê li her qadê gotina heqîqetê berdewam bikin. Li cîhanê rêbazeke dewleta ku bûye şîrket heye, Tirkiye ne jî vê kêm e. Şîrket zagonên dixwazin bi awayek gelek asan dikarin bixin meriyetê. Ji ber polîtîkayên wan sifreya me her ku diçe xizan dibe. Em ji cih û warên xwe dibin. Em çanda xwe dihêlin û xwezaya xwe winda dikin. Li dijî van hemûyan divê gotinkeke hevpar were gotin. Li ku derê derdek hebe em ê li wê derê bin têkoşîna xwe berdewam bikin.”

‘Divê destûr ji talan gendelî û koçberiyê re neyê dayîn’

Halîme Şaman destnîşan kir ku divê gel xwedî li qadên xwe yên jiyanê derbikeve û bang kir ku divê tu kes ji derewên sermayedaran ên derfetên kar û pêşxistinê bawer neke û wiha bi dawî kir: “Me di gelek qadan de projeyên sermayedaran ên ji bo xapandina gel dîtin. Herî dawî me li navçeya Îliçê ya Erzincan û Derya Reş dît. Bila gel xwedî li xaka xwe derbikeve, dema xak ji dest biçe, wê neyên muxatabgirtin. Divê em destûrê nedin kesên ku çavên wan têr nabin. Ji bo ku em têk neçin divê têkoşîna hevpar esas bigrin. Qirkirina ku li her qadê tê jiyîn û li dijî talanê divê em têbikoşin. Hem ekolojîst, hem jî gel li dijî vê talanê divê bibin yek. Talana ku dixwest were avakirin divê distûr jê re neyê dayîn û pêşî li koçberî û xizaniyê were girtin.”