26 welatan ‘deklarasyona ji okyanûsê re aştî’ îmze kir

Hê ji bo Konferansa Okyanûsên Neteweyên Yekbûyî ya ku dê li Fransayê pêk were salek maye, roja Şemiyê herî kêm 26 welatan ‘deklarasyona ji okyanûsê re aştî’ îmze kirin.

Navenda Nûçeyan- Tevî ji Konferansa Okyanûsên Neteweyên Yekbûyî ya ku dê li Fransayê pêk were re salek maye jî roja Şemiyê herî kêm 26 welatan di forma ‘Immersed in change’ ya li Kosta Rika’yê de "deklarasyona ji okyanûsê re aştî" îmze kirin.

Di nava welatên îmze avêtin de Elmanya, Spanya, Swêd, Kanada, Kolombiya, Şîlî, Îsraîl û Koreya Başûr her wiha Fransa û Kosta Rika jî ku organîzatorên hevkar ên civîna Neteweyên Yekbûyî ya sala 2025'an bûn hene.

Di dawiya nîqaşên du rojan de 50 welatên beşdar, ji bo parastina okyanûsan banga tedbîran hat kirin. Di belgeya ku li forûmê hat weşandin de wiha hat gotin: “Li ser bingeha zanîna zanistiyê ji bo veguherandina okyanûsê em bi biryar in ku piştgirî bidin xebatên aboriyê yên ji bo başkirina xwezayê.”

Wezîrê Karên Derve yê Kosta Rikayê Arnoldo Andre got: “Okyanûs êdî nikare tehemulî bêhelwestî û nêzîkatiya me ya xerab bike. Ji ber vê sedemê me li Kosta Rikayê biryara dema îlankirina aştiyê hatiye’ daye."

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê ji Karên Civakî Berpirsyar Lî Jûnhûa di axaftina xwe ya di vekirina forûmê de got: “Parastina okyanûsê û bikaranîna mayinde ya çavkaniyên deryayî ne îhtîmal e, pêwîstiyek e."

Di "deklerasyona aştiyê" ya ji 12 xalan pêk tê ku ji aliyê herî kêm 26 welatan ve hatiye îmzekirin de, her wiha banga sererastkirina peymana parastina deryayên bilind ku di sala 2023'yan de ji aliyê zêdetirî 70 welatan ve hat qebûlkirin ku armanc dike ava derveyî sînor bê parastin.