‘Ger hişyarî zêde bibe dê zirara li ser jîngehê kêm bibe’

Bajarê Helebceyê di sala 1988’an de ji aliyê rejîma Baasê ve hat kîmyabarankirin, ev yek bû sedema qirêjbûna jîngehê. Niha jî hemwelatiyên vî bajarî bi belavkirina hişyarî û zêdekirina şînahiyê, hewl didin jîngeha xwe biparêzin.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helebce- 5’ê Hezîranê weke roja jîngeha cîhanê hatiye diyarkirin. Hemwelatî hewl didin bi rê û rêbazên xwe jîngehê biparêzin. Li Başûrê Kurdistanê  heta niha berpirs û hikumeta herêma Kurdistanê nekaribûne parastina jîngehê bikin. Bi projeyên cuda, zêdebûna kargeh û febrîqeyên pîşesaziyan ziyana herî zêde dane jîngehê. Yek ji projeyên herî dawî ku ziyanê dide jîngehê û qirêj dike jî ew e ku ji bo projeya bazirganî û nîştecihbûnê li bajarê Silêmanî dest bi birîna darên çiyayê Giwêj kiriye. Ev jî ji bo bajar û bajarokên derdorê rasterast wê zêdetir ziyanê  bigihîjîne jîngehê.

Seroka beşa karêgerî ya projeya Kiştûkal a li Koleja Teknîka Zanistî ya praktîkî Seher Hisên Reşîd wiha behsa 5’ê Hezîranê kir û got: “Armanca me ew e di vê rojê de em bi çalakiyên cur be cur pêngavek ji bo çêkirina guhertina parastina jîngehê de biavêjin. Ev ne tenê karê rojekê ye. Divê siyasetmedar jî li dijî xirakirina jîngehê rabin.”

‘Divê em jîngeha xwe biparêzin’

Seher Hisên Reşîd der barê jîngeha Helebceyê de wiha got: “Der barê jîngeha biçûk a me li Helebce, çend kampanyayêndan destpêkirin, di rêxistin û torên civakî de em kar dikin da ku rê nedin jîngeha me xirabtir bibe. Em girîngî didin wê yekê ku jîngeha me were parastin û em şîn bikin. Seyrangehên Helebce şîn bimîne ji bo zêdetir parastina wê divê aliyên hikumet û siyasî girîngî bidin vê mijarê.”

Seher Hisên Reşîd balkişand komkujiya Helebceyê ku di sala 1988’an de ji aliyê rejîma Baasê ve hat kîmyabarankirin û diyar kir ku piştî kîmyabarana li ser Helebceyê jingeh jî zirarek mezin dîtiye ev tişt anî ziman: “Di nava xaka Helebce û derdora wê de madeyên kîmyewî hene. Em dikarin jîngeheke dûrî kîmyayê biafirînin.”

Beşek sereke ya hemwelatiyên bajarê Helebce parastina jîngeha bajar dikin. Ji ber rastiya piştî kîmyabarana Helebceyê tê dîtin û hewldan ji bo çandiniyê tê dayîn û bi belavkirina hişyariyan jîngeha bajar şîntir û paqijtir bikin.