Tevî hemû astengiyan cihekî ji bo sporê ava kir

Suheyr Qureyş ku yekem jin e ku klûbek werzîşê li Lîbyayê damezrand û cihekî sporê vekir Neta niha bi xeyalê xwe ve girêdayî ye û dixwaze sporê bi pêş bixe.

ÎBTÎSAM AXFÎR

Bingazî- Suheyr Qureyş jineke perwerdeya pin pongê dide, hemû jiyana xwe di sporê de weke lîstikvaneke lîstikên qewetê borandiye. Di sala 1982’yan de li ser asta Lîbyayê di spora bazdana bilind de ya yekem bû her wiha di bazdana dirêj de ya duyem bû.

Suheyr Qureyş piştre berê xwe da lîstika voleybolê û di nava lîstikvanên namzediya Bingaziyê ya voleybolê de hat hilbijartin. Piştî ku dest bi zanîngehê kir wan lîstikan ji ber ku tunebûn berê xwe da lîstika ku li zanîngehê hebû ew jî ping pong bû.

Bi tesadufî lîstika pîng pongê nas kir

Suheyr Ebd Rebe Qureyş got ku spora ping pongê tesaduf bûye. Diyar kir ku dema rojekê ji rojan piştî ji semînerê derketiye, goka ping pongê li erdê dîtiye, rahiştiyê û berê xwe daya jêdera wê heta ku poleke mezin dîtiye tê de maseyên ping pongê lê hene û got: "Çûnhatina min li vê polê çêbû, min bi seatan li lîstikvanan temaşe dikir, piştre diçûm malê û min xwe li ser vê lîstikê bê gok û alavên wê perwerde dikir, tenê min mîna tevgerên wan çêdikirin."

Her wiha diyar kir ku beşdariya şampyoniya zanîngehê ya bîng pongê bûye, tevî ku di lîstikê de ne pispor bûye jî ji ber bi tena xwe perwerde didît asta yekem li ser asta zanîngehê girtiye. Ji vir hezkirina wê ya ji vê lîstikê re dest pê kiriye, perwerdeya xwe bêhtir kiriye û her sal li ser asta zanîngeha Qarînosê bi ser ketiye.

‘Bi perwerdeya li malê hînî rêbazên sporê bûm û gihîştim asteke baş’

Der barê pêşxistina behreyên di lîstikê de got: "Di wê demê de ango di dema salên 90’î de teknolojiya telefon û înternetê tune bû ji ber wê min li CD’yên taybet ên li ser vê lîstikê temaşe dikir. Ji bo rêbazên wê bizanibim, min xwe li malê perwerde dikir. Piştre min bi hevalên xwe yên zanîngehê re perwerde dît, li ser asta Lîbyayê min asteke baş di lîstikê de bi dest xist."

Li ser tecrubeya xwe di vê lîstikê de jî wiha dibêje: "Ez di temenekî dereng de lîstika pîng pongê lîstim. Ez yekem jin bûm ku bi Nadiya Sporê li Lîbyayê re weke mamosteya pîng pongê di sala 2004’an de îmze kir. Berhema keda min jî dema tîma Nadiya El-Hîlal yekem li ser asta Lîbyayê derket her wiha min nûnertiya Lîbyayê weke mamosteya namzediya lîstikê li derve di sala 2012’an de jî kir. Di heman demê de ez di şampyoniya Ereb a dibistanî li dewleta Kiwêtê de jî amade bûm, piştre weke mamosteya salên 2015 û 2016 çûm Tûnisê."

Li gelek deran perwerdeyê domand

Suheyr Ebd Rebe Qureyş destnîşan kir ku di dema şer de nadiya El-Hîlal dest ji lîstikên tekane berdaye ji ber nadî li cihê nakokiyan bû. Tevî wê jî perwerdeya ciwanên keç û xort berdewam kiriye. Suheyr da zanîn ku carna li navendan kesên serkeftî dihatin perwerdekirin û carna jî li zanîngeha El-Ereb a Tibî dihatin perwerdekirin. Her wiha ew carna neçar dima wan bibe navenda kesên xwedî pêdiviyên taybet ji bo wan perwerde bike.

Suheyr Qureyş diyar dike ku îsrara wê zêde bûye, wê maseyeke pîng pongê ji navendê biriye û aniye mala xwe, li odeya mêvanan daniye, careke din dest bi perwerdeyê kiriye û got: "Perwerdeya li malê encamên baş bi xwe re anî. Ji ber me berê xwe da lîska şampyoniya Lîbyayê li bajarê El-Beydaa û min asteke baş bi dest xist."

Yekem cihê sporê li Libyayê ava kir

Der barê damezrandina cihê sporê de jî got: "Piştî em li gelek cihan geriyan, me dît ku pêwîstiya me bi cihekî taybet heye. Piştî şer bi dawî bû me avahiyek ku ya malbata min bû amade kir. Avahî nîvrûxandî bû ji ber şer, me paqij kir û mase li wir danîn ji bo careke din dest bi perwerdeyê bikin. Ev yekem cihê sporê yê taybet e li ser asta Lîbyayê. Navê wê Nadiya Yospirîdis a pîng pongê ye, piştre me weke Nadiya Sporê dest bi beşdariya kampan û şampiyonên derve û hundirê Lîbyayê kir."

Der barê piştgiriya ji wan re got ku hemû tiştên li navendê ji cil û alavan bigre heta hemû tiştan, bi keda wan e.

Niha navber daye perwerdeyê

Suheyr Qureyş da zanîn ku piştî demeke dirêj ked daye, niha ji bo demekê perwerdeya xwe sekinandiye ji ber gelek zextên derûnî ji aliyê civakê ve li ser wê hene.

Suheyr Qureyş got: “Ger cihên lîstikan tune bin wê çawa pêşbazî çêbibe dê çawa lîstikvan xwe bi pêş bixin? Ji ber kesek naxwaze ji karê min fam bike û girîngiyê nade, ez ketim depresyonê.”

Suheyr Qureyş diyar kir ku piştî rawestîna zêdetirî sal û nîvekê ew dixwaze careke din vegere lîstikê, xwe perwerde bike.