‘Ji bo xwe biparêzim hînî tekvandoyê bûm’

Bi Şoreşa Rojava re jinên ku ji cewherê xwe bawer kirin di asta navneteweyî de gelek serkeftinan bi dest dixin. Tekvandobaz Fatima Qasim a ku xwediya madalyayê ye got: “Ji bo ku ez xwe biparêzim min werzîşê hilbijart.”

DELAL RAMADAN

Hesekê- Bi destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê re jinan berê xwe dan qadên ku dikarin xwe îfade bikin. Jinên ciwan piştî têkoşîna li dijî fikrên paşwerû di qadên çand, huner û  werzîşê de xwe bêhtir dikarin îfade û bi pêş bixin. Yek ji wan jinên ciwan jî Fatima Qasim e. Fatima Qasim baldariya xwe ya bi hunera şerkirinê, berê xwe da tekvandoyê. Fatima Qasim ku ji gelek tûrnûvayan bi madalyayan vegeriyaye, bang li werzîşvanên jin kir û got ku çi zehmetiyê dikşînin bila bikşînin li pey armancên xwe biçin û dev ji wan bernedin.

Jinên ku eleqeya xwe nîşanî tekwandoya ku weke werzîşek li gorî mêran dihat dîtin lê jinan ev qalib şikandin. Fatima Qasim a ji bajarê Hesekê ji 13 saliya xwe vê vê werzîşê dike.

Ji tûrnûvayan bi madalyayan vegeriya

Fatima Qasim a 18 salî, di sala 2018’an de beşdarî Dibistana Navneteweyî ya Tekwandoyê bû di çarçoveya tîma jinên Roj li Dibistana Tekwando ya Namûr ku ew endama wê ye û di sala 2023’an de jî çû kampeke perwerdeyê ya bajarê Duhokê yê başûrê Kurdistanê. Paşê li Urdinê beşdarî şampiyoniya Asyayê bû, madalyaya zîv qezenc kir. Ji Şampiyoniya Dubaiyê jî bi madalyaya zîv vegeriya. Fatima Qasim diyar kir ku ji zarokatiya xwe ve eleqeya wê ji werzîşê re dike û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Piştî ku min dît gelek jinên ciwan diçin dibistana Tekwandoyê û gelek şampiyoniyên herêmî û navneteweyî bi dest xistin, ez evîndara vê werzîşê bûm. Bi taybetî bi piştgiriya malbat û hevalên xwe min biryar da ku ez vê werzîşê bikim.”

‘Em diwarê tisê hildiweşînin’

Fatima Qasim motîvasyona xwe ya ji bo domandina vê werzişê ku zehmet  tê dîtin wiha rêz kir: “Ji bo ku xwe biparêzim û baweriya xwe ya cewherî zêde bikim min xwest ez di vê werzîşê de xwe bi pêş bixim. Bi azwerî û kelecana xwe em fêrî çandên cuda yên welatên din ên cîhanê dibin û hemû dîwarên tirsê yên ku li ber me ne hildiweşînin.”

Fatima Qasim wiha got: " Tekwandoyê bandorê li dersên min nekir berovajî vê yekê bi organîzekirina dema xwe û bi teşwîqa malbata xwe di dersên xwe de bi ser ketim. Piştî beşdarbûna tûrnûvayên navneteweyî û herêmî û girtina xelatan, baweriya min zêde bû.” Fatima Qasim wiha gotinên xwe domand: “Armanca me ne tenê qezenckirina şampiyoniyek e her wiha armanca me kêf, şahî, pêşketina jêhatîbûna kesane û pêşketina di asta exlaqî û civakî de ye.

‘Divê jin berdevam bikin nesekinin’

Fatima Qasim hêvî dike ku di pêşerojê de beşdarî kampên perwerdeyê û tûrnûvayên navneteweyî bibe û wiha got: “Ez li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî Sûriyeyê beşdarî gelek tûrnûvayên herêmî bûm. Ji sala 2019’an ve ez beşdarî tûrnûvayên navneteweyî yên li derveyî Silêmaniyê li herêma Başûrê Kurdistanê bûm û min madalyaya zîv bi dest xist. Ez endamek Tîma Roj a Jinan im ku di sala 2014’an de hatiye damezrandin û niha jî armanca min ew e ku beşdarî gelek tûrnûvayên navneteweyî bibim, di nava wan de şampiyoniya Libnanê.

Ez beşek ji Tîma Roj a Jinan im ku di sala 2014’an de hat damezrandin û niha jî di nav de şampiyoniya Lubnanê armanc dikim ku beşdarî gelek tûrnûvayên navneteweyî bibim."

Di dawiyê de Fatima Qasim bang li zarokên keç kir ku li pey armancên xwe bin û tevî zehmetiyên ku rû didin jî dest ji xwe bernedin û wiha pê de çû: “Divê jin berdewam bikin û nesekinin, ji ber ku werzîş baweriya mirov a bi xwe zêde dike, tu tişt nikare rê li ber pêşketina jinan bigre. Dikare hemû astengiyan derbas bike û rê nede fikrên paşverû ku armancê sînordar dike.”