‘Li Tûnisê ji bo werzîşvanên jin piştgiriyek têrker nayê dayîn’

Seroka Yekitiya Jinên Tûnisê û Klûba Jîmnastîkê Malîka Benous diyar kir ku tevî serkeftinên di asta herêmî û navneteweyî de werzişvanên jin ên Tûnisî piştgiriyek nabînin.

NAZIHA BOUSSIDI

Tûnis - Tenîsvana Tûnisî Ons Jabeur di tûrnûvaya rêze 1000 ya Komeleya Tenîsê ya Jinan (WTA) de di rêza 7an a cîhanê de di tenîsa tekane ya jinan de cih digire. Serkeftinên lîstikvanê tenîsê Ons Jabeur û bezvan Habîba Xerîbî di pêşbirkên navneteweyî de îlhama gelek jinên Tûnisî ne da ku bikevin cîhana werzîşê. Seroka Yekitiya Jinên Tûnisê û Klûba Jimnastîkê Malîka Benûs ji ajansa me re behsa serkeftina jinên Tûnisî di warê werzişê de û zehmetiyên ku pê re rû bi rû mane, li ser serpêhatiyên xwe yên weke basketbolvana berê axivî.

‘Derbarê werzîşê de tu agahiyê min ninbû’

Malîka Benous  di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku di dibistana seretayî de bi piştgiriya mamosteyên xwe eleqeya wê li hemberî werzîşê pêşketiye û wiha gotinê xwe berdevam kir: “Dema ez di pola seyem a dibistana seretayî de bûm mamoste ji me re got ‘di basketbolê de kî dixwaze antreman bike’. Rûxmê ku tu eleqeya min werzîşê nîn bû deste xwe rakir. Heya lîseyê mamoste alîkariya me kir. Ji vê rojê heya aniha ez vê werzîê pir hez dikim.”

‘Ez bûm yekane kesê ku lîstika basketbolê berdewam kir’

Malîka Benous di berdevamiya axaftina xwe de diyar kir ku  ew  yekane kes e ku lîstika basketbolê berdewam kiriye û wiha pê de çû: “Dema ez hatim 55 saliya xwe jî min berdevam kir. Ez tevlî Kuluba Polîsên Trafîkê ya li Komeleya Jinên Tûnisî bûm. Di vê werzîşê de, ez fêr bûm ku rêz ji rakîb û rêzikên werzîşê bikim. Ez bi ser bilindi derdikevim qadan. Di rewşa windakirinê de jî ez lîstîkvan pîroz dikim.”

‘Ger alîkarî nebûna min nikaribû berdevam bikim’

Malîka Benous got ku di salên dawî de di werzîşvanên jin de paşketin tê jiyîn û wiha li ser zêde kir: “Taybet werzîşên komî her ku diçe tûne dibe. Rektorên zaningehan edî li Tûnisê werzîşvanên jin teşvîq nakin.” Malika Benous diyar kir ku werzîşvanên jin di şert û mercên zehmet ên aborî de dijîn û wiha got: “Ger ne ji alîkariyan buna min nikari bû berdevam bikim. Rayedarên  çavdêriyê dê di meha Nîsanê de destek bide min. Ez karê dilxwazî ​​dikim û şefafiyê li ber çavan digirim.”

‘Ji werzîşvanên jin re derfet nayê dayîn’

Malîka Benous Işaret bi werzişvanên jin ên wekî Enes Cabir, Hebîbe El-Xerîbî, Hinda Ben Mehmûd, Hadiya Miqdad, Butheina El-Rizqî, Aida Ereb, Fehîme Bin Şerîfe, Malîka Benûs kir û got: "Ji ber nebûna pereyan carinan komele derbasî qonaxa dawî dibe, piştre vedikişe. Werzîşvanên jin dibe ku nikaribin li derveyî kategoriyên piçûk berdewam bikin. Ger em zarokan teşwîq nekin, dibe ku lîstikvan nemînin. em nikarin vegerin.”

Malîka Benous  amaje bi vê yeke kir ku jinên Tûnisê êdî li her qadan cîhên xwe digirin û werzîşvanên jin mohra xwe li gelek  serkeftinan xistine û wiha bi dawî kir: “Gelek hewldanên hene ku dizwazin me paş de bibin. Di hemû werzîşan de gelek jin heye lê têra xwe bawerî û derfet nayê dayîn. Hişmendiya mêr naxwaze jin serkeftî be.”