‘Serkeftina min ji baweriya ji bo serkeftinê tê’

Rîm EL-Sayix a Lubnanî, bi saya perwerdeyên dîtiye, baş avjeniyê dike û beşdarî pêşbaziyan dibe bi gotinên; “Ez serkeftina xwe bi baweriya xwe ya ji bo serkeftinê ve girê didim” bang li zarokên keç dike ku li xeyalên xwe pêk bînin.

FADÎA JUMAA

Beyrûd – Li civakên ku zihniyeta baviksalar li wan serdest e jin ji gelek warên jiyanê ji derve tên hiştin. Yek ji van qadan jî spor e. Di encama têkoşîn û hevgirtina jinan de, her çendî ev zihiyet hebe jî jin daxwazên xwe pêk tînin.

Yek ji jinên ku hewl dide sînorên civakî bi têkoşîna xwe biguherîne jî Rîm El- Sayix a ji bajarê Tîre yê Lubnanê ye. Rîm El-Sayix, di warê avjeniyê de xwe bi pêş xistiye, di warê xweberdana bin avê de îmze avêtiye bin gelek serkeftinan. Rîm El-Sayix a ku li Efrîqayê mezin bûye û çend sal berê vegeriyaye Lubnanê, herî dawî li Tirkiyeyê beşdarî Kupaya Cîhanê ya Outdoor a ku ji aliyê Federasyona Sporên Binavê ya Tirkiyeyê ve (TSSF) ku li navçeya Kaşa Antalyayê hatiye lidarxistin bûye û di kategoriya paleta yek û du de bû yekem jina ku welatê xwe temsîl dike.

Rîm El-Sayix, diyar kir ku piştî serkeftinan eleqeya wê ya ji bo avjeniyê zêde bûey û wiha got: "Yekem jina ku li ser navê Lubnanê beşdarî pêşbaziyê bû, ez bûm û piştî vê turnûvayê, hejmara jinên ku li Lubnanê dest bi vê sporê kirin zêde bû."

‘Piştî perwerdeyên ku min dît rêwîtiya min a cîhanê dest pê kir’

Rîm El-Sayix diyar kir ku ji zarokatiya xwe ve têkiliya wê ya xurt bi deryayê re hebûye û wiha domand: “Cara pêşîn di sala 2017’an de min xweberdana bi tûpê min kir û di sala 2020’an de jî bi antrenorê xwe re min egzersizên bêhngirtina statîk kir. Bi saya vê perwerdeyê, min keşif kir ku bêhgirtina min ji berê pir baştir bûye. Dûre min dest bi rêwîtiya cîhanê kir. Li Lubnanê jî ji bo maçeke herêmî du meh mabû û di nava wê du mehê de ji bo antremanan dem gelek kêm bû lê ez bi azwerî beşdarî turnûvayan bûm û di kategoriya jinan de bûm yek.”

Bi hevgirtina jinan hêzê girt

Rîm El-Sayix diyar kir ku piştî serkeftina li Lubnanê wê ji şampiyona cîhanê Elicia Zecchinî piştgiriyê xwestiye û got: “Min ji Elicia Zecchinî ji bo piştgiriyê û berdewamkirina antremanan qeydeke vîdyoyê girt. Vê vîdyoya ku min ji şampiyonek ku ji bo min model e girt bûye diyariyeke mezin. Min xwest wê bibînim û nas bikim. Piştî wê piştgiriyê antrenorê min zêdetir piştgirî û cesaret da min. Bi wî awayê ez ji şampiyoniyên herêmî, beşdarî şampiyoniya cîhanê ya li Tirkiyeyê bûm. Ji bo welatê xwe di kategoriya jinan de min îmze avêt binê du rekoran.” 

Hemû mesrefa xwe ew dide

Li ser beşdariya pêşbaziyên navneteweyî Rîm E-Sayix wiha got: “Di vê spora ku li Lubnanê mêr ji jinan zêdetir dikin de min rêwîtiyeke dirêj kir. Min vê şuhretê bi hewldana şexsî û piştgiriya Federasyona Noqbûnê ya Lubnanê bi dest xist. Tevî rewşa xirab a li Lubanê jî rêwîtiya xwe didomînim û hê jî xeyalan çêdikim. Li Lubnanê weke jinekê, min di sporeke ku kêm jin dikarin bikin de xwe îsbat kiriye."

‘Baweriya min a serkeftinê tam e’

Rîm El-Saxix behsa behsa gera xwe ya yekem a kariyera sporê kir û wiha bi dawî kir: “Piştî ku vegeriyam Lubnanê pîrozbahiya ku malbata min, xizmên min, hevalên min û bajarê min ji bo min li dar xistibûn ez ê tu carî ji bîr nekim. Saziyên medyayê yên li Lubnanê jî behsa vê serkeftinê kirin. Ez serkeftinê, bi baweriya ji bo serkeftinê ve girê didim. Ji bo ku ez bi vê sporê ji bo gelek zarokên keç re bûm îlham bextewar im. Ji bo zarokên keç peyama min ev e: têkildarî sporê çi xeyalên we hebin pêk bînin hûn ê bibin xwedî baweriyeke bi hêz û serkeftî bin.”