Li Borj Cedria jin bi meşa xwezayê tendirûstiya xwe di parêzin

Jinên li bajarokê Borj Cedria a Tûnisê beşdarî kulubên meşê bûne, tendirûstiya xwe a beden û zîhnî bi hêz dikin.

ÎHLAS HAMRÛNÎ

Tûnis- Jinan li kêleka rêya hesin a derya Ouend Gattana a bajarokê Borj Cedria a Tûnisê kulubên meşe avakirine û bi xwezayê re tên gel hev.  Jinên ku beşdarî  geşt û meşen  xwezayê ji bo tendirûstiyê dibin, bi hevre dem derbas dikin, aktivîteyên civakî ava dikin.

Ji bo tendirûstiya beden û zîhnî di meşin

Fadia Al-Waslatî ku beşdarî kuluba meşê bûye diyarkir ku ji zarokatiya xwe ve dimeşe û got: “Piştî ku ez zewicîm saetên min ên meşê zêde bû. Niha ez teqawî bûme û demê min ê vala gelek heye. Min destpêkê di salona werzîşê de werzîş kir, piştre fikrê ku hinek jinên din beşdarî werzîşê bû komek biçûk ava bikim kete aqlê min. Di heman demê de azweriya me û ji bo meşe ez hewaya vekirî di hilbijêrim. Em li herêmek ku xwedî xwezayek gelek xweşike jiyan dikin. Bi werzîşkirinê em masulkeyên bedene xwe bi hêz dikin û di heman demê de bi awayek psikolojik ji bandora wê ya erênî jiyan dikin.”

‘Bi hevkariya antronêrên pispor, em hinek xebatên din ên werzîşê dikin’

Laila Mahjoub da zanîn ku ev salên dirêje di kulubê de cih digre û got: “Ji damezrandina wê sala 2018’an heta niha ez başdarî xebatên kulubê dibim. Li vê kulubê roja Sêşem, Pênşem û Yekşemê xebat didin meşandin. Piştî meşa du saetan bi hevkariya antrenor em xebatên din ên werzîşê dikin û di mehên havînê bi zêdebûna germahiyê re em dawî li werzîşa xwe tînin. Em bejdarî çalakiyên melavaniyê dibin. Di patîka di nava daristan û li kêleka deryayê de em hertim dimeşin.” 

 ‘Meşa bi rêk û pêk di mijara çareseriya pirsgirêkan de dibe alîkar’

Laila Mahjoub destnîşan kir ku jinên ji komên her temenê bejdarî çalakiyên werzîşê dibin û got: “Ji ber bandora erênî a fîzîk û psikolojik werzîşê dikin. Hem di nava malê de û hem jî ji derveyî malê ji ji ber berpisyartî û barê wan di nava gelek zextan de jiyan dikin, ji ber vê yekê jî em hemû jinan daxwazî vê werzîşê dikin. Hewaya van deran gelek paqije û tendirûstiya mirov û rih baş dike. Ji derveyî werzîşê li gel jinan em gelek mijaran nîqaş dikin. Firsenda me a avakirina têkiliyên civakî çêdibin. Bi rêk û pêk meşîn, pirsgirêkên jinan û zihnî tê derbaskirin. Dibe alîkar ku ji enerjiya negatif rizgar bibin.”

‘Bi meşe psîkolojiya min guherî’

Nasîra Al-Cazairî bi bîrxist ku beşdariya wê a kulubê tesdûf bû û wiha got: “Piştî ku ez ji kar teqawî bûm, ez bejdarî kulubê bûm. Êdî gelek demê min ê vala ez ji bo tendirûstiya xwe baş bikim heye. Beriya 8 mehan min dest bi meşê kir, divê pêvajoyê de tarzê min ê fikir û psîkolojiya min guherî. Di wateya erênî de ji bo bû min bû alîkar ku ez hê zêde bi hêz û baş bibim û erênî bi fikirim.”

 ‘Di nava  beşdarvanan de nêzîkbûn û rihê yekitiya kar zêde bû’

Alia Lahmûr ku bi rêk û pêk beşdarî meşê dibe wiha got: “Ji sala 2018’an heta niha ez endamê kuluba meşê me û min keşif kir ku ev werzîş xweş û bi tendirûste û ji bo tendirûstiya min a fîzîkî û zîhnî gelek bi sûd e. Di nava beşdarvanan de rihê yekitiya kar zêde bû. Em ne tenê dimeşin û di heman demê de em tên ba hev û mijarên derketine pêş nîqaş dikin, bi armanca keyfxweşiyê em geştan li dar dixin.”