Werzîşvana Îranê Nafs Kakavand: Tu caran dest ji ceribandinê bernedin

Werzişvanê Îranî Nefs Kakavend, diyar kir ku ev 7 sal in bi parkurê re mijûl e û karî bendên civakî bişkîne û got: "Divê em tu carî dest ji hewldana ceribandinê bernedin."

ŞABNAM TAVAKOLÎ

Tahran – Werzîşa parkûrê ku di van salên dawî de bala gelek kesan dikşîne, cara yekem li paytexta Fransayê Parîsê li banliyoyan hate keşifkirin. Li Îranê ji sala 1990’an heta niha werzîşa ku ciwan eleqe nîşan dide, bedena mirov bi awayê herî berhemdar bi kartîne û ji bo astengiyan derbas bike, hewl dide ji cihek biçe cihekê din. Ji bezdanên jin ên werzîşa ku li bajêr tê kirin û di heman demê beza astengdar jî tê gotin dikin re traceuse û mêran re jî traceur tê gotin.

Nafs Kakavand a 25 salî ya Tahranê, ev nêzî 7 salane werzîşa parkûrê dike. Werzîşa parkûrê ku weke werzîşa mêr tê zanîn, jin eleqeyek zêde nîşan dide, diyarkir ku bi werzîşê hişmendiya civakê şikandiye.

‘Ên ku demekê zext li min dikirin, niha wêrektî didin min’

Nafs Kakavand, da zanîn ku bi werzîşa ku dike bend hilweşandiye û wiha got: “Li qada ku em lê jiyan dikin werzîş hê ne li gor jinan bû, bi taybet di qada werzîşa parkûr ku ji sedan 99’ê wê weke werzîşa mêr tê dîtin. Em bixwazin naxwazin qadên ku zarokên mêr lê em neçar dibûn lê bixebitin. Min serxist ku di karê ku dikim de hinek bendan bişkînim. Ên ku wê demê zext li min dikirin û rexne li cil û werzîşa min dikirin, niha wêrektî didin min.”

Ji bo parkurê dest ji karê xwe berda

Nafs Kakavan derbarê çawa dest bi werzîşa parkûrê kiriye de wiha got: “Rojekê ez çûm parka Niavaran û min parkûrvanên li wê derê dît. Piştre min li mala berê ya bavê xwe sendel û masayan avakir û dest bi entremanan kir. Di 6 mehên destpêkê de min ewqas eleqe nîşanî parkûrê da, min selek dest ji karê xwe berda. Di vê rêyê de min mirovên xweşik naskir, bi taybet min antrenorê xwe Morteza Zulfaqar nas kir ku divê werzîşê de gelek bi disiplîn kar dike. Li navçeyek ya Tahranê dema min werzîş dikir, mirovên li wêderê ez teşwîq dikirim, lê belê hevalên min ên beşên xwarê yên bajar di gotin hem gel hem jî polîs wan tacîz dikin.”

Nafs Kakavand diyarkir ku di werzîşa parkûrê de rêjeya jinan li gorê mêran hêj zêdetir zehmetiyan jiyan dikin û wiha got: “Werzîşa min werzîşek ya kolana ne. Weke jinekê ez dem dem pirsgirêkan jiyan dikim. Dema ez entraman dikim, ez naxwazim mirov temaşeyî min bikin. Ez ji aliyê mêran ve gelek cara hatim bêhizûrkirin. Jinên ciwan yên ku werzîşa parkûrê dikin ji derveyî pêşxistina bedena xwe, divê karekterek bi hêz ava bikin. Divê di werzîşê de em li gel mêran entraman dikin û hinek pirsgirêk dikare çêbibe.”

‘Em nikarin beşdarî pêşbaziyên ji derveyî Îranê bibin’

Nafs Kakavand, destnîşan kir li Îranê komeleyek heye, lê belê ji aliyê parkûrvanan ve nayê qebulkirin û wiha got: “Qulûbek me ya parkûrê nîne û em gelek zehmetiyan jiyan dikin. Mirovek ku hemû jiyana xwe bi parkûrê derbas dike bi fikirin û ji ber li Îranê federasyona me nîne em nikarin beşdarî pêşbaziyên ji derveyî Îranê bibin. Ev jî dibe sedem ku parkûrcî piştî demekê ji vê werzîşê sar bibe. Li Îranê parkûrciyên me yên gelek bi hêz hene, dema ku zarokê Îranê beşdarî werzîşên di xetê de dibin, hertim dibin yekemîn, lê belê kes wan nizane ji ber komek yan jî federasyonek ya me nîne.”

‘Ez di mijara pêşeroja jinên parkûrê de gelek başim ji ber ew hê bihêztirin’

Nafs Kakavand bi bîrxist ku parkûrvanên nêfşên yekem Nîlofar Moghadam, Mehsa Rezaeî, Yaganeh Akramî bûn û wiha dom kir: “Ew rol modelên min in û ji bo parkûrê di demên ku sînordarkirin hebû gelek dixebitin. Em li gel Muhaddeh Malek Mohammadî, Mîno Nasir û Yasman nifşên nû ne ku li ser rêya nifşên berê dimeşin. Ji Meşhed Zahra, Arak Firouzeh û Şîraz Mîna evane jinên nifşê nû yên ku di parkûrê de diteyisînin. Ez di mijara pêşeroja jinên parkûrê de gelek başim ji ber ew hê bihêztirin.”

Nafs Kakavand herî dawî ev peyam da zarokên keç û jinên ciwan: “Tevî zextên civakê hertim min rêya xwe berdewam kir û hertim ez bûm xwedî aboriya xwe ya serbixe. Divê em li pey qadên eleqeya me jêre heye bimeşin û jinên ciwan zû zewacê ne fikirin, jiyan ew e ku; ger hûn jinek bihêz û serbixwe bin û hûn bi xwe li serlingê xwe rawestin, hûnê keyfxweş bin. Divê hûn guhê nedin gotinên xelkê, ger hûn serkeftîbin we qebul nakin. Divê hûn hewl bidin di xwe de hestek erênî ava bikin û wê her li dora we mirovên baş hebin. Tişta herî giring ku hişt ez di parkûrê de pêşbikevim, hertim bi pêşketina mirovên din keyfxweşbûne û tiştên ku ez fêrbûme min fêrî hinekî din kir. Ez ji mirovek ku ji hemû kesê fêr bibime , di parkurê de pêşketina herî dawî ya ku hûn hîs dikin raweste û hunê cardin vegerin. Divê em bizanin hemû tişt dawî nîne û ne temam e, hertim ji bo hêj zêdetir hişyar bin em bizanin ku kapasîteya me ya hêj zêdetir fêr bin heye. Ji bo vê divê em tucaran dest ji ceribandinê bernedin.”