Xeyala çiyagera Mexrîbî gihîştina lûtkeya Everestê ye

Çiyagera Mexrîbî Lîna Ebû El-Meraa ku dixwaze xewna xwe ya gihandina lûtkeya Everest a li Hîmalaya ku lûtkeya herî bilind a cîhanê ye pêk bîne, diyar kir ku hilkişiyaye gelek çiyayan û ji ber vê yekê ezmûnên girîng bi dest xistine.

RECAA XEYRAT

Mexrib – Piştî gelek zehmetiyan di hilkişandina rêzeçiyayên Hîmalaya li ser bilindahiya 6 hezar û 189 metreyan, çiyagera Mexribî Lîna Ebû El-Meraa gihaşt lûtkeya Island Peak li herêma Nepalê. Ebû El-Meraa armanc dike ku bigijiye lûtkeyê Everest a li Hîmalaya ku çiyayê herî bilind ê cîhanê ye. 

Derbarê serdana wê ji lûtkeya Island Peak re çiyagera Mexribî Lîna Ebû El-Meraa got: "Di hemû serdanên min ên nav herêman de çi li hundirê Afrîka û çi jî li Awropayê ez ti carî hefteyekê di nav çiyayan de nemame. Ya herî dawî gelekî zehmet bû. Ez 12 rojan li ser lingê xwe meşiyam, gelek riyên zehmet û bilindahî hebûn. Li aliyê din jî rewşa hewayê gelekî xirab bû, berf dibariya û gelekî sar bû.”

Lîna Ebû El-Meraa teqez kir ku serdana di navbera rêzeçiyayên Hîmalaya û herêma Nepalê tecrubeyeke gelekî girîng bû û got: “Bi taybet ji ber zehmetiyên wê hebûn. Ev zehmetî jî di dema gihîştina lûtkeyê de tên jibîrkirin û mirov bi serkeftinê kûfxweş dibe.”

Dixwaze hilkişe Everestê

Lîna Ebû El-Meraa anî ziman ku ew dixwaze xewna xwe pêk bîne û bigihêje lûtkeya çiyayê herî bilind li cîhanê Everest. Lîna Ebû El-Meraa derbarê serdana xwe ya bê de dibêje: "Serdana min ya sporî di gihaştina lûtkeya Everest de nasekine, rêzeçiyayên kintir hene lû zehmettir in, ji ber gelekî kwîr in. Her çiqas zehmet bin ewqas rûbirûbûyîna gihaştina wan mezintir dibe."

Lîna dibêje ku wê bi beşdariya di maratona xurtkirina masûlkeyên dil û başkirina bûhinstandinê de dest bi sporê kir ji ber çiyagerî gelek ked û sebrê dixwaze. Lîna Ebû El-Meraa diyar kir ku tenduristiya derûnî jî gelekî girîng e, ji ber çiyager li hember ezmûneke zehmet e û got: “Divê ji bilindahiyan netirse zehmetiyan û metirsiyên li pêşiya wî/ê di dema hilkişandinê de derbas bike her wiha divê ji binkeftinê netirse ji ber gelek kes bêyî bighêjin armanca xwe paşde vedigerin. Her serdanek çiyayan taybetmendiyek xwe heye ji ber her çiyayek li gor bilindahiya xwe xwezaya wan cuda ye û alavên taybet bi hilkişandina wan hene.”

Ji ber Lîna di zaroktiya xwe de bi bavê xwe re serdana gelek çiyayan mîna rêzeçiyayên Atlasa Mezin û Navîn kiriye pisporiyeke zengîn standiye. Ev niha dikare biçe serdanên gelek rêzeçiyayên din li cîhanê.