Bahar Gholam Vaîsî: Lijneya Werzîşê piştgirî neda min

Werzişvana fitnesê ku bedenê pêş dixe Behar Gholam Vaîsî diyar kir ku tevî serkeftinên xwe jî Lijneya Werzîşê piştgirî nedaye wê û ji ber vê yekê êdî nikare beşdarî pêşbirkan bibe.

ŞABNAM TAVAKOLİ

Tehran – Bahar Gholam Vaîsî a 42 salî ku li paytexta Tehrana Îranê dijî, 15 sal e werzîşa fitnesê dike. Bahar Gholam Vaşîsî diyar kir ku di pêşbirka gurêşê ya di sala 2015’an de bi serkeftî bûye, di sala 2016’an de jî bi rakirina 300 kîloyê rekora Guinness şikandiye.

Bahar Gholam Vaîsî diyar kir ku rûxmê li Îranê yekem jin e ku vê rekorê şikandiye jî ji aliye Lijneya Werzîşê ve tu piştgirî negirtiye û wiha berdevam kir: “Di demên şertên pir zehmet de ku min zarokên xwe xwedî dikir min vê rekorê şikand.” Bahar Gholam Vaîsî destnîşan kir ku dema çûye Lijneya werzîşê ya ku lê beşdar bûye milyonek tûmen dane wê û jê re gotine "Ev xelata te ye". Bahar Gholam Vaîsî wiha qal kir: "Dema ku min ev pere dît ez keniyam û min ji wan re got: "Ez li Îranê yekem jin im ku min vê rekorê şikand, min pere danî wê derê û ji wir derketim."

 ‘Min nikarî pişbirkan berdevam bikim’

Bahar Gholam Vaîsî di berdevamiya axaftina xwe de got ku  rewşa wê ne guncav e, tu piştgirî negirtiye ku tevlî pişbirkan bibe û wiha pê de çû: “Rûxmê hemî zehmetiyan min zarokên xwe mezin kir û werzîşa xwe tene li salonên werzîşê antremanên xwe de berdevam kir. Tê bîra min dema ez li Sînê û Tehranê bûm pişbirka me hebû. Lê pereye min nînbû ku ez erebeyek kire bikim. Rûxmê hemû tiştan jî ji ber heskirina min li hember werzîşê çi ji deste min hat werzîş berdevam kir. Divê jin ji xwe bawer bin. Şert û merc zehmet bin jî berdevam bikin.”