Li Teîzê nexweşî belav dibin

Bijîşk Ruqeye Ferhan El-Wehbanî bal kişand ku nexweşiyên li Teîzê belav dibin çavkaniya xwe ji çopên ku li bajar tên dîtin digirin û bang li aliyên pêwendîdar kir ku weke yava yekem a ji nexweşiyan parastinê çop bên rakirin.

HALA EL-HAŞIDÎ

Yemen - Zêdebûna çopê li taxên Teizê dibe sedema belavbûna nexweşiyan. Li bajarê Teizê nexweşiyên mîna Kolêra taya Dengue û Melarya belav bûne. Ev yek jî bandoreke neyînî bi taybet li zarok û jinan dike. Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî destnîşan dike ku ji destpêka sala 2023'an de zêdetirî 820 rewşên Kolerayê û hezar û 500 rewşên taya Dengue zêdetirî 50 hezar rewşên Melarya li Teizê hatine tomarkirin.

Bijîşk Ruqeye Ferhan El-Wehbanî ya derbarê belavbûna nexweşiyan de axivî got ku nexweşiyên herî zêde li Teizê belav bûne Kolera û Taya Dengue ne û zêdebûna belavbûna van nexweşiyan jî ji ber zêdebûna çopê li bajêr e.

Ruqeye Ferhan El-Wehbanî destnîşan kir ku girîng e tedbîr ji bo van nexweşiyan werin girtin  mîna danîna toreyên li dijî mêşan li malan, girtina ser ava golî ji bo mêş zêde nebin. Ruqeye Ferhan El-Wehbanî ji bo Kolera jî anî ziman ku ew bi riya xwarin yan jî ava qirêj belav dibe û da zanîn ji bo rêgirtina li ber vê divê zîvirandina çopê baştir bibe û ava paqij peyda bibe her wiha kanalîzasyonên guncaw peyda bibin. Ruqeye Ferhan El-Wehbanî diyar kir ku divê civak hîn hişyar be û tedbîrên xwe baş bigre.

‘Paqijî gava yekem e’

Di heman demê de bang li aliyên Tenduristî li Teizê kir ku tedbîrên xwe bigrin û wiha dewam kir: "Paqijiya kesayetî û şêwazên tenduristî yên baş gava yekem ber bi rêgirtina li ber van nexweşiyan e. Di nav aliyên têkildar bi xwe de alîkariya pêwîst ji bo rakirina çopê û tunekirina wê nîne. Ji ber wê girîng e ruhê komî di nav hêzên xwecihî û welatiyan û rêxistinên ne hikûmî de hebe.”

Ruqeye Ferhan El-Wehbanî bang li Buroya Tenduristiyê li parêzgeha Teizê kir ku bi welatiyan re bikeve nav hevsengiyê ji bo hemleyên hişyariyê yên derbarê girîngiya paqijiya giştî û rakirina çopê dest pê bikin. Ruqeye Ferhan El-Wehbanî got: “Divê şaredarî jî li çareseriyan bigere mîna belavkirina selikên çopê û pêşkêşkirina mûçeyên guncaw ji karkerên paqijiyê re.”

Ruqeye Ferhan El-Wehbanî di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku çop faktora sereke ya nexweşiyan li parêzgeha Teizê ye û ji ber wê rakirina çopê ji bo parastina tenduristiya civakê girîng e.