‘Ji bo çermekî bi tendirust divê em avê vexwin’

Dermatolog Şînp Resûl anî ziman ku ji ber germaniya zêde çerm bi bandor dibe, destnîşan kir ku di setaên herî germ de divê kes dernekeve derve û av bê vexwarin.

NÎHAYET AHMED

Silêmanî – Dermanên kîmyewî yên bi armanca kozmetîkê di jiyana rojane de tên bikaranîn havînê zirarê didin çerm. Dermatolog Şîno Resûl, li ser parastina ji zirarên tavê agahî da û bal kişand ser tendirustiya çerm. Şîno Resûl anî ziman ku tîrêjên UV yên tavê zirarê didin û got: “Di mehên havînê de ji ber zêde germbûnê tav di seatên 10.00-16.00’an de pir bi bandor e. Di van saetan de, dema em bi tavê re rû bi rû dimînin çermê me bi bandor dibe û divê em baldar bin.”

'Pêwîst e xwe ji tîrêjên rojê biparêzin û zêde avê vexwin'

Şino Resûl bal kişande ser zirarên ji tîrêjên rojê û got: “Tîrêjên UV di çerm de dibin sedema şewat  avêtina qailk ku di nava jinan de zêdetir tê dîtin. Kesên ku di rûyê wan de pirsgirêkên çerm, pizrik an jî lekeyên wan hene, dikarin bên dermankirin. Ji bo jinên ducanî yên ku bi guhertinên hormonal ên bandorê li çermê rû dikin re rû bi rû ne, pêşniyara min ew e ku di saet û rewşên guncaw de derkevin derve. Guhertinên hormonal jî bandorê li çerm dikin. Rû zer dibe û şert û mercên çerm çêdibin, ji ber vê yekê pêdivî heye ku xwe ji tîrêjên rojê dûr bixin û bêtir avê vexwin. Vexwarina avê ji bo ciwanmayîna çerm pir girîng e.”

Makyaj çermê mirov qirêj dike

Şino Resûl da zanîn ku ji bo jin bibin xwedî çermekî saxlem, paqij û geş divê hemû madeyên makyajê ji rûyê xwe paqij bikin, bi taybetî dema ku bi şev radizên û xwest bi taybetî avê vexwin. Di dawiyê de Şino Resûl diyar kir ku xwarina bi tendurist ji bo çerm xwedî feydeyên girîng e û diyar kir ku divê mirov zêde tiştên şirîn venexwe.