Mirovên ampute yên li kampên Idlibê bi cihêkariyê re rû bi rû ne

Mirovên ku lebatek wan hatiye jêkirin ango ampute ne û hewl didin li kampên Idlibê, di bin dagirkeriyê de jiyana xwe didomînin diyar kirin ku nikarin lênihêrîna tenduristiyê bigrin, bi cihêkariyê re rû bi rû tên û protez pir biha ne.

HADEEL AL-OMAR

Idlib - Ji rewşa ku tevahî yan jî beşek lebatên bedenê bi mudaxeleya cerahî tê rakirin re amputasyon tê gotin. Ji bo mirovên ku vê rewşa ji sedema şer, qeza yan jî xwezayî pêk tê dijîn jî mirovên ampute tê gotin. Ango kesên ku lebatek ji bedena wan hatiye jêkirin. Şert û mercên jiyana mirovên ku lebatek wan kêm e li kampên bajarê Idlibê yên Bakurê Sûriyeyê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û HTŞ’ê de ye, di konan de dijîn roj bi roj zehmetir dibe.

Jinên ampute yên li kampên Idlibê ku ji şert û mercên hîjyenê dûr in, ji tenduristiyê bêpar in û hawirdorek ne ewle de dijîn, zehmetiyên ku dikşînin ji me re vegotin.

'Min di şevekê de her tişt winda kir'

Fawzîa Al-Dairî ya 29 salî ku di erdheja 6’ê Sibata 2023’an ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk hat de di bin kavilên de asê ma û lingek xwe winda kir, piştî ku mala wê hilweşiya bi hevjîn û du zarokên xwe re li kampê bi cih bû. Fawzîa Al-Dairî, da zanîn ku hê jî xemgîniya windakirina lingê xwe dijî û wiha got: “Me di şevekê de her tiştê xwe winda kir. Min mala xwe, lingê xwe wenda kir û hevjînê min jî bêkar ma. Piştî vê rojê wext rawestiya. Jiyana me zehmet bû. Jiyana li vê derê ji bo min pir zehmet e. Derfet tune ne ku ez pêdiviyên xwe pêk bînim.”

'Em rastî cihêkariyê tên’

Bara Osman a 46 salî ya li Kampa Atmayê dijî, ji ber şerê li Maarat Misrînê koçber bûye. Bara Osman a di şerê piştî sala 2011'an li tevahiya Sûriyeyê belav bû de ji ber mayînê lingê wê jêbû, da zanîn ku hemû hewldanên wê yên girtina protezê bê encam mane. Bara Osman, diyar kir ku bêyî lingên xwe di pêkanîna pêdiviyên xwe de jî zehmetiyan dikşîne û da zanîn ku di nava civakê de rastî cihêkariyê tê û hinek mirov bi dilşewatî lê dinêrin.

'Divê protez bê pere be'

Dîsa Sarah Al-Bakrawî ya 20 salî ku di erdheja 6'ê Sibata 2023’yan de di bin kavilan de ma jî destê wê yê rastê jêbûye. Sarah, ji ber ku bi destê xwe yê çep di nivîsandinê de zehmetiyan kişandiye, neçar maye dev ji dibistanê berde. Sarah Al-Bakrawî, da zanîn ku demek dirêj di depresyonê de maye û destnîşan kir ku tevî her tiştî hewl dide jiyana xwe bidomîne. Sarah Al-Bakrawî, diyar kir ku li kampê ji bo mirovên ampute ango kesên dest an jî milê wan tune ye, xizmetek tenduristiyê ya taybet û piştgiriyek derûnî nayê dayîn û da zanîn ku divê protez bê pere bin.