Li Efrîqaya Başûr kesekî din jî ji ber vîrûsa kulîlka meymûnê jiyana xwe ji dest da

Li Efrîqaya Başûr kesekî din jî ji ber vîrûsa kulîlka meymûnê jiyana xwe ji dest da. Wezîrê Tenduristiyê destnîşan kir ku bûyeran nîşan dide ku vîrus herêmî belav dibe.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tenduristiyê ya Efrîqaya Başûr têkildarî bûyerên vîrusa kulîlka meymûnê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku nexweşê 38 salî yê ku duh encama testa wî pozîtîf bû piştî ku bi giliyên birînên berbelav, serêş, westandin, birînên dev, masûlke û êşa qirikê re serî li nexweşxaneyê da, di heman rojê de jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin jimara kesên ku ji ber vîrusa kulîlka meymûnê jiyana xwe ji dest dane derket 2’an û hêjmara bûyeran jî derket 6’an.

‘Vîrus herêmî belav dibe’

Wezîrê Tenduristiyê yê Efrîqaya Başûr Joe Phaahla duh ragihandibû ku mêrekî 37 salî ji ber vîrûsa kulîlka meymûnê jiyana xwe ji dest daye û yekem mirina ji vîrusê hatiye tomarkirin e. Joe Phaahla bal kişand ku di mêrên di navbera 30-39 salî de yên ku bûyeran dîroka rêwîtiya xwe ya li welatên ku şewb niha lê diqewime tune de tê dîtin û destnîşan kir ku ev yek nîşan dide ku vîrus herêmî belav dibe.

Di nexweşên ku bi vîrusa kulîlka meymûnê ku dişibe nexweşiya kulîlkê, nîşaneyên wek taya bilind, êşa serê, pişt û masûlkeyan, sarbûn û lerzîn û rijandina çerm tê dîtin. Vîrusa ku bi gelemperî ji heywanek derbasî mirovek dibe û kêm caran ji mirovek bi mirovek têkiliya nêzîk ve tê veguheztin, dikare li ser laş bibe sedema taya bilind û bilbilên bi xwirîn.