Li Idlibê ji ber nebûna xizmetên tendirûstiyê rewşa jinan dikeve xeteriyê

Li kampên Idlibê ji ber nebûna klînîkên gerok û xalên tendirûstiyê jinên nexweş bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Gelek jinên ducanî ji ber nebûna xizmetên tendirûstiyê zarokên xwe winda dikin.

Idlib- Li Idlibê Sektora tenduristiyê ji aliyê piştgiriya netewî û navendên nexweşxaneyan ve hatiye rawestandin, ev rewş jî bandorê li 5,1 milyon mirovên li Bakûrê Sûriye dike û zehmetiyan zêdetir dike. Jinên nexweş li kampên Idlibê ji ber nebûna navendên tibî û kilînîkên gerok di xwe gihandina xizmetên tenduristiyê de zehmetiyan dikşinin. Ji ber kîlînîkên nêz nîne dibe sedem ku gelek jin zarokên xwe winda bikin û rewşa wan ye tendirûstiyê xirabtir bibe.

‘Ji ber ez dereng giham nexweşxaneyê min zaroka xwe winda kir’

Sîham Elyo ya 28 salî ji ber dereng gihaye nexweşxaneyê zaroka xwe ji dest daye û piştî nîvê şevê rastî êşa jidayîkbûnê hatiye Sîham Elyo rewşa xwe gelek xirab bi nav kir û diyar kir ku ew di kampeke ku tu  pêdiviyên jiyanî lê tuneye jiyan  dike û got: “Ji dema em li kampa Qah li Bakurê Idlibê dijîn ez hîs dikim ku em bê maf û jiyan in, tevî ev 5 sal in em koçber in jî lê rewşa me li vê derê baş nebûye. Ji ber ez dereng giham nexweşxaneyê bû sedem ku gelek xwîn winda bikim û zaroka xwe ji dest bidim.”

‘Ji ber bilindbûna şekir min çavê xwe winda kir’

Rewşa Merwa El-Hac Hisên ku nexweşa tansiyon û şekir pêre hene ne baştir bû, ji ber derengxistina dermankirinê, di encama bilindbûna şekirê wê de çavê wê kor bûne û wiha got: “Em li kampan rastî gelek zehmetiyan tên. Em nexweşên li kampan rojane em rastî rewşên lezgîn tên, koçberî xizanî û nebûna ewlehiyê di kampê de ne pirsgirêk me tenê ye, nebûna baldariya tenduristî jî lê zêde bûye, ev pirsgirêka jiyan yan jî mirinê ye.”

‘Divê pirsgirêka kîlînîkên gerok werin çareserkirin’

Berpirsa baldariya tenduristiyê li nexweşxaneya El-Rehme li Idlibê Lîna Zerzûr ya da zanîn ku nebûna xizmetên tibî li kampan bandorê li tendirûstiya jinên nexweş dike û got: “Daxwaza me ji rêxistinên tibî yên herêmê ewe ku pirsgirêka klînîkên gerok were çareserkirin, daku nexweşî belav nebin. Divê di xizmetên tendirûstiyê ya rewşên lezgîn de giringî bê dayîn.”