Ewrupa bi şewbek nû re rû bi rû ye

ECDC’ê ragihand ku ji ber guherîna avhewayê, cureyê pêşû ku bi navê Pêşûya Pilingê ya Asyayê ku dibe sedema nexweşiyên tayê, li bakur, rojhilat û rojavayê Ewropayê dest bi belavbûnê kiriye.

Navenda Nûçeyan - Navenda Pêşîlêgirtin û Kontrolkirina Nexweşiyan a Ewrupayê (ECDC) di daxuyaniya xwe de ragihand ku cureyê pêşûyê bi navê Pêşûya Pilingê ya Asyayê (Aedes albopictus) ku dibe sedema nexweşiyên tayê, li bakur, rojhilat û rojavayê Ewrupayê dest bi belavbûnê kiriye.

‘Potansiyela rûdana li beşên din ên Ewropayê metirsiyê ava dike’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Pêşûya Pilingê ya Asyayê ku bi veguhestina vîrusên dang, chikungunya û zîkayê tê zanîn li bakur, rojhilat û rojava li Ewrupayê belav dibe û wiha hat gotin:

“Niha li 13 welatên Yekîtiya Ewropayê/Herêma Aborî ya Ewropayê (YE/AEA) xwedî populasyona xwe bi xwe îdame dike ye. Pêşûya Hummaya Zer (Aedes aegypti) ku vektorê vîrusên hummayazer, dang, chikungunya û zîka ye, di demek nêzîk de li Qibrisê bi cih bû. Potansiyela wê ya ji bo rûdana li deverên din ên Ewrupayê ji ber şiyana wê ya girîng a veguhestina patojenan û tercîha wê ya ji bo gezkirina mirovan metirsîdar e. Pêşûya Culex pipiens ku ji belavbûna vîrusa Nîlê ya Rojava berpirsiyar e li Ewropayê ye û li seranserê YE/AEA heye.”

Guhertina avhewayê sedema belavbûnê ye

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama guherîna avhewayê de faktorên hawirdorê dibin sedem ku pêşûyên bi vî rengî zêde bibin û wiha hat gotin: “Tê texmînkirin ku guhertina avhewayê, wê ji bo çêbûn û mezinbûna populasyona pêşû bi afirandina şert û mercên hawirdorê yên guncaw re bandorek mezin li belavbûna nexweşiyên pêşû yên li Ewropayê bike.”

Ji Spanyayê bûyer hat ragihandin’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku îsal di destpêka meha Adarê de li bajarê Sevilla yê Spanyayê semptomê dest pê kiriye, bûyereke ku enfeksiyona vîrusa Nîl a Rojava hatiye ragihandin û wiha hat gotin: “Her çend bûyerek cuda be ev rewş tê wateya ku destpêkirina vîrusa Nîlê ya Rojava ji ber şert û mercên guncaw ên avhewayê wê di demên gelek zû yê salê de derbikeve.”

‘Ger û geşt wê hejmara bûyeran zêde bike’

Di daxuyaniyê de cih ji nêrînên dîrektorê ECDC Andrea Ammon re hat dayîn û hişyar kir ku di ger û geştên navneteweyî de û nexweşiyên bi pêşûyan belav dibe asta belavbûnê dê zêde bibe û ev tişt hat gotin:

“Ewropa, bi guherîna avhewayê, li herêmên ku pêşû lê zêde bûne de nexweşiyên şewbê wê zêdetir belav bibe. Li welatên endamîka dangin lê heye bi zêdebûna ger û geştên navneteweyî, metirsiya bûyerên îthal û metirsiya şewbê wê zêde bibe.”