‘Li heremê belavbûna nexweşiyan cihê metirsiyê ye’

Heyva Sor a Kurd ruxmê derfetên kêm û êrişên dewleta Tirk, hewl dide ku xwe bigihîne hemû kesan û xebatên tenduristiyê yên lezgîn pêş dixe da ku barê gelê herêmê û koçberan bi taybetî nexweşiyên giran û penceşêrê sivik bike.

DELAL REMEDAN

Hesekê – Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re Heyva Sor a Kurd hate rêxistinkirin, bi derfetên kêm û di bin êrişên dewleta Tirk de hewl dide xizmetê ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bike. Heyva Sor a Kurd ku ji sala 2012’an ve li herêma Bakur û Rojhilatê Suriyeyê xizmeta tenduristiyê dide, di navendên tenduristiyê de roleke girîng dilîze, dermanan li dijî nexweşiyên giran peyda dike û dema pêwîst dike nexweşan dişîne nexweşxaneyên bajaran.

‘Bi destpêka şoreşê re Heyva Sor a Kurd hate avakirin’

Rêvebira Navenda Heyva Sor a Kurd a bajarê Hesekê Cîhan Omer di destpêka axaftina xwe de behsa xebatên xwe kir û wiha got: “Xebata me di Heyva Sor a Kurd de bi avakirina şoreşê re destpê kir û xizmetên tenduristiyê ji welatiyan re hatin pêşkêşkirin. Ji ber şerê li Suriyê, kêmbûna dermanan bû sedema gelek zehmetiyan û sektora tenduristiyê têk çû, ji ber vê yekê me bi baldarî li kantonê xizmetên tenduristiyê pêşkêşî kir. Herêma me ji aliyê gelek welatên cîran ve rastî êrişan hatiye û hatiye dorpêçkirin. Li kampên weke Waşokanî Hol û Erîşa yên bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê gelek nuqteyên Heyva Sor hene.”

‘Pêdiviya me bi beşên emeliyatê heye’

Cîhan Omer, diyar kir ku bi hatina havînê re nexweşî li herêmê belav dibin û wiha dewam kir: “Hinek ji van nexweşiyên çerm û mîde ne. Her ku germahî zêde dibe li herêmê bi taybetî li kampan nexweşiyên çerm û mîde zêde dibin. Di destpêkê de rêxistinên alîkariyên mirovî xizmetguzariyên tendirustî û derman pêşkêş dikirin, lê bi demê re karê van rêxistinan kêm bû û tenê di şeklî de ma, gelek ji wan jî xwe vekişandin derve. Li klînîkên Heyva Sor 3 beş hene. Beşek taybet bi klînîkên hindirîn, beşek ji bo zarok û jinan, em dikarin bibêjin ku hemu beş tenê alîkariya destpêkê û yekem in, pêdiviya me bi beşên mezin ên wekî beşên emeliyatê û nexweşiyên giran heye.”

‘Di civakê de nexweşiya penceşêrê belav dibe’

Cîhan Omer, anî ziman ku piraniya nexweşiyên li herêmê belav dibin ji ber zêdebûna qirêjiya hawirdorê û avê ne û wiha dewam kir: “Bajarê Hesekê ji dema dagirkirina Serêkaniyê ve ji ber qutbûna avê azaran dikşîne. Salek zêdetire bajarê Hesekê av ji îstasyona Elok wernegirtiye. Ji ber vê yekê gelê herêmê neçar dimînin ku avê ji çavkaniyên bêbawer bikirin, qirêj in, gelek nexweşî û êşên wek leşmaniya û gurîbûnê ​​bi xwe re tînin, ev nexweşî bi hatina havînê re gelekî zêde dibin. Di van demên dawî de nexweşiyên penceşêrê gelek belav bûne, ev rewş ji bo gelên herêmê, bi taybetî yên li kampan, bûye metirsî ji ber ku derman biha ne, herwiha derman û tehlîlên van nexweşiyan jî li herêmên me kêm in û beşên dermankirina wan jî di Heyva Sor de tune ne. Her çend vê dawîyê me nexweşxaneyek taybet ji bo van nexweşîyan vekir jî, ne piştgirîya rêxistinên mirovî û ne jî xizmetên derman û tenduristiyê tê kirin, ev tê wê wateyê ku xizmet gelek kêm bûne.”

Cîhan Omer di dawiyê de sedemên belavbûna nexweşiyan bi van gotinan rêz kir: “Zextên derûnî, westandina bedenî, şerê li dijî herêmê û bikaranîna çekan jîngehê qirêj dike, li aliyê din bikaranîna parzûnên petrolê û dûmana otomobîl û jeneratoran jî dibe sedema penceşêrê.”