Li Silêmaniyê di zarokan de rêjeya zikçûnê zêde bûye

Rêveberiya Nexweşxaneya Zarokan lya i Silêmaniyê ragihand ku nexweşiya zikçûna zarokan zêde bûye, rêjeya zarokên ku ji ber zikçûnê serlêdana nexweşxaneyê dikin zêdeyî ji sedî 50’ye.

Navenda Nûçeyan- Rêveberiya Nexweşxaneya Zarokan ya li Silêmaniyê derbarê zêdebûna rêjeya nexweşiya zikçûna zarokan daxuyanî da û diyarkir ku her sal di van deman de ji ber zêdebûna pileya germahiyê rêjeya pêketina nexweşiya zikçûnê û vereşanê di zarokan de zêde bûye. Rojane rêjeya ew kesên ji ber nexweşiya zikçûn û vereşan serdana nexweşxaneyê dikin zêdeyî ji sedî 50’ye. 

Her wiha destnîşan kir ku ji ber hatina werza havînê ew bûyerên derketine rêjeyek asayîne. Lê belê divê rêgirî bê kirin ku ev rêje zêde nebe.

Di dawî de hat gotin ku werza hevînê sedemeke ku her sal pêketina nexweşiya zikçûn û veraşan rûbide, lê belê divê bijîjk û hemwelatî tedbîrên taybet bigrin daku rêje kêmtir bibe.