Jinên nexweş ên li Sûdana şer lê didome bi xeteriyan re rû bi rû ne

Nexweşên gurçikan li Sûdanê bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin û ji ber nexweşiya wan giran dibe li ber mirinê ne. Ji ber ku gelek navendên diyalîzê ji xizmetê derketin jiyana wan di xeterê de ye.

AYA ÎBRAHÎM

Sûdan – Li navenda şûştina gurçikan a li bajarê Bor ê Sûdanê yê li Eyaleta Deryaya Sor, gelek jinên nexweşên gurçikan di rewşên zehmet de ne. Ji ber pêwîstiyên wan ên dermanan tune ne, fişarek mezin li ser makîneyan heye û hinek ji wan ji xizmetê derketine.

Piştî şerê di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn, ji 15’ê Nîsana 2023’an ve sektora tenduristiyê rastî gelek zehmetiyan hat, ji ber ku derman tune ne û ev rewş yekser bandorê li nexweşan dike. Bi taybetî nexweşên gurçikan. Beriya niha komîteya sendîkaya bijîşkan a Sûdanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber qutbûna cereyanê ya zêdetirî 2 hefteyan berdewam kir, navenda şûştina gurçikan a tekane li bajarê El-Ebyed li rojavayê welat di bin xetera girtinê de maye. Her wiha bûye sedema mirina 12 kesan.

‘Makîne têra nexweşan nakin’

Bijîşka li navenda şûştina gurçikan ya li bajarê Borê Selma Osman Mihemed El-Hesen got ku piraniya navendên şûştina gurçikan li Sûdanê ji xizmetê derketine û bûye sedem ku li navenda Borê qerebalixî çêbibe. Selma Osman Mihemed da zanîn ku ev yek jî dihêle zexteke mezin li ser makîneyan çêbibe û bal kişand ku 9 makîne bi sedema ku nehatine sazkirin xirab bûne.

Selma Osman Mihemed El-Hesen got ku li navendê berê de 40 makîne hebûn hejmarek zêde ji kesên nexweş bi wan dihatin dermankirin lê belê niha pirsgirêka makîneyan heye û li kêleka wê jî stasyon ji beriya 2 salan ve ji kar derketiye, navend di dema niha de nikare hemû nexweşan pêşwazî bike bi taybetî yên ku pêwîstiya wan bi dermanên paqijkirinê heye.

‘Av tune ye’

Selma Osman Mihemed El-Hesen bang li Wezareta Tenduristiyê ya Yekitiyê û Malî kir ku berê xwe bidin navendê û ji makîne û alavan her wiha dermanê paqijkirinê pêwîstiyên wê bi cih bînin. Selma Osman Mihemed El-Hesen wiha berdewam kir: "Pirsgirêka din a ku li hemberî navendê derdikeve ew e av tune ye. Pêwîstiya me rojane bi 40 ton avê heye. Eyalet 20 tonan tenê dide û tişta mayî em bi pere dikirin."

‘Yek ji zehmetiyên ku ez dikşînim tunebûna dermanan e’

Nexweşa gurçikan Meymûna Elî Salih behsa zehmetiyên di dema dermankirinê de dibîne kir û got: "Yek ji pirsgirêkên herî sereke ku ez dibînim tunebûna dermanan e her wiha em êşa tunebûna cereyanê jî dikşînin."

Her wiha nexweşeke din ji Xertûmê diyar kir ku piştî şer hat û gelek zehmetî di dema dermankirinê de kişandine ji ber pêwîstiyên nexweşên gurçikan li welat peyda nabin.

Ji aliyê xwe ve hemşîreya li navenda şûştina gurçikan Helîme Ibrahîm teqez kir ku rewş hinekî aram bûye piştî ku di gelek zehmetiyên şer re derbas bûn ji ber navend tijî nexweşên ji eyaletên din bibûn û fişar zêde li ser hebû.

Helîme Ibrahîm bal kişand ku wan dikaribû, zehmetiyan derbas bikin û alîkariyeke mezin ji kesên serdana wan kirine re pêşkêş bikin û bang li Wezaretên Tenduristiya Yekitî û Malî kir ku rewşa wan baştir bikin û rêjeya heqdestê wan hinekî zêde bikin.

Bi hezaran nexweşên gurçikan hene

 

Li gorî Wezareta Tenduristiyê di Cotmeha sala 2023’yan de bi qasî 8 hezar kes nexweşên şûştina gurçikan hebûne, dermankirina xwe li derdora 105 navendên şûştina gurçikan didîtin, her wiha li derdora 4 hezar û 500 kes li navendên eyaletên lê ne dihatin dermankirin.

Li navenda Borê ya şûştina gurçikan Sara El-Sir got ku navenda wan bi 31 makîneyan kar dike û 5 makîne ji ber şer ji xizmetê derketine. Her wiha diyar kir ku herî zêde ew azaran ji ber tunebûna alavan dikşînin ji ber şîrketên alîkariya navendê dikin ji xizmetê derketine. Her wiha madeyên paqijiyê jî nayên peydakirin û pirsgirêka qutbûna cereyanê jî heye.

Nexweşên giran jiyana xwe ji dest didin

Metirsiyên li ser nexweşên ku nexweşiyên wan giran in digihîje asta ku jiyana xwe ji dest bidin. Xizmetên tenduristiyê jî gelekî kêm bûne û gelek navedên tenduristiyê ji xizmetê derketine.

Di heman demê de li gorî rapora Hevpeymana Femînîst a herêma Darfûr di Hezîrana 2023’an de hemû nexweşên gurçikan li bajarê El-Cineyne li Rojavayê Darfûrê jiyana xwe ji dest dane.