Mizgîn Ronak piştî 30 salan hate berdan
Girtî Mizgîn Ronak a ku piştî înfaza wê bi dawî bû hat berdan, duyemîn jina girtî ye ku piştî 30 sal di girtîgehê de ma û hat berdan. Mizgîn Ronak, azadiya xwe diyarî kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane kir.
Navenda Nûçeyan- Nivîskar Mizgîn Ronak (Aydin) a li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dihat ragirtin, piştî 30 salan ku cezayê wê qediya hate berdan. Mizgîn Ronak a hêj 19 salî bû di sala 1992’yan de li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ya Amedê hate darizandin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” cezayê muebetê girt. Li aliyê din Ronak jina girtî ya duyemîn e ku piştî 30 salan hate berdan. Mizgîn Ronak a ku li gelek girtîgehan ma, di vê pêvajoyê de tevlî gelek grevên birçîbûnê bû. Mizgîn Ronak a ku gelek pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene, niha jî tedawiya pençeşêra pêsîrê dîbine.
Azadiya xwe diyarî kesên jiyana xwe ji dest dane kir
Mizgîn Ronak, li ber girtîgehê ji bilî malbata xwe, ji aliyê gelek kesan ve bi kulîlkan hat pêşwazîkirin. Mizgîn Ronak a ku li ber girtîgehê axaftinek biçûk kir, azadiya xwe diyarî kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane kir. Mizgîn Ronak diyar kir ku ji bo her kesê ku têkoşîna azadiyê de dide, hêviya azadiyê hildigre û wiha got: “Heta ku hevaleke/î me tenê jî di girtîgehê de bimîne azadî ne azadî ye. Em dixwazin hemû hevalên me bên berdan.”