Li Afganîstanê mafên jinan û rojnamegeran tê binpêkirin

Bi nêzîkbûna yekemîn salvegera ji aliyê Talîbanê ve desteserkirina Afganistanê, raporên navdewletî piştrast kirin ku rewşa jinan li Afganistanê pir xirab bûye û her wiha mafên rojnamegeran tê binpêkirin.

Navenda Nûçeyan - Bi nêzîkbûna yekemîn salvegera ji aliyê Talîbanê ve desteserkirina Afganistanê, rêxistina Human Rights Watch bi daxuyaniyekê tekez kir ku Talîbanê sozên xwe yên derbarê mafên mirovan û mafên jinan binpê kiriye û sînordarkirinên tund li ser jin û keçan ferz kiriye. Her wiha rêxistina Nûçegihanên Bêsînor jî piştrast kir ku ji sedî 60 ji rojnamevanan ji kar hatine asteng kirin û piraniya wan jin bûn.

"Yên ku herî zêde ji krîza aborî bandor dibin jin in"

Di daxuyaniya rêxistina Human Rihgts Watch wiha hat gotin: "Talîban ji dema ku di sala 2021'an de Efganistan xist bin kontrola xwe, gelek sozên derbarê mafên mirovan û mafên jinan binpê kirin, sînorkirinên tund li ser mafên jin û keçan ferz kirin, çapemenî tepeser kirin, û rexnegir û muxalif bi awayekî keyfî binçav kirin, îşkence kirin û îdam kirin. Aborî têk çûye, bi piranî ji ber ku hukûmetan arîkariya biyanî qut kirine û danûstendinên aborî yên navneteweyî sînordar kirine ku bûne sedema ku zêdetirî ji sedî 90 ji Afganiyan rastî gelek zehmetiyan bên. Birçîbûna giran li seranserê Afganistanê belav dibe. Nêzîkî 20 mîlyon mirov, nîvê nifûsê, ji krîza xwarinê êşê dikişînin. Zêdetirî yek mîlyon zarokên di bin pênc saliyê de tûşî kêmxwarinê dibin. Yên ku herî zêde ji krîza aborî bandor dibin jin in."

"Divê Talîban biryara xwe ya rêgirtina li pêşiya jinan ji xwendina dibistanê paş de bikişîne"

Lêkolînera karûbarên Afganistanê  Firîşîta Ebasî diyar kir ku gelê Afganî bûne qurbaniyên hovîtiya Talîban û xemsariya navneteweyî  û wiha pê de çû: "Pêşeroja Afganistanê dê tarî bimîne heya ku hukûmetên biyanî bi bandortir bi rayedarên Talîban re mijûl bibin û zextê li wan bikim. Divê Talîban demildest biryara xwe ya hovane û dijminane ya rêgirtina li pêşiya jin û keçan ji xwendina dibistana navîn paşde bikişîne."

Afganîstanê ji sedî 60 rojnamevanên xwe winda kir

Rêxistina Nûçegihanên Bêsînor raporek li ser rewşa rojnamevan û pisporên medyayê piştî kontrolkirina Afganistanê ji aliyê Talîbanê ve weşand.

Di raporê de wiha hat gotin: "Afganistanê ji sedî 39.59 medyayê û ji sedî 59.86 rojnamegerên xwe winda kiriye û piraniya wan jin in. Sedem jî ji ber tepeserkirina azadiya ramanê ji aliyê Talîbanê ve û krîza aborî ye. Li gorî amareke rêxistina Nûçegihanên Bêsînor, di sala dawî de, berî kontrolkirina Afganistanê ji aliyê Talîbanê ve, 547 dezgehên ragihandinê li seranserê welat çalak bûn, lê piştî salekê 219 dezgehên ragihandinê çalakiyên xwe rawestandin. Kontrolkirina Talîbanê herî zêde bandoreke neyînî li ser rojnamevanên jin kir, ji ber ku ji sedî 76.19 ji wan karên xwe winda kirin û li 11 parêzgehan jî ti rojnamevanên jin kar nakin. Di Tebaxa sala borî de 2 hezar û 756 rojnamevan û xebatkarên medyayê yên jin li Afganistanê kar dikirin, lê niha ev hejmar daketiye 656 jinan."

"Divê Talîban ji bo bidawîkirina tundî û destdirêjiya li ser rojnamevanan kar bike"

Sekreterê Giştî yê rêxistina Nûçegihanên Bêsînor Christophe Delfer wiha got: "Li Afganistanê rojnamegerî winda bûye. Divê Talîban ji bo bidawîkirina tundî û destdirêjiya li ser rojnamevanan kar bike."