Şemsîxan Gulo: Dê hesab ji sûcdaran bê xwestin
Dayika Mihyedîn Gulo yê di encama êrişa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, Şemsîxan Gulo da zanîn ku ew ê li ser şopa kurê xwe be.
EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Ji 8’ê Tebaxê ve êrîşên dijwar û giran ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve pêk tên. Di encama van êrîşan de gelek sivîl di nav de jin û zarok hatin hedefgirtin û hin ji wan jî jiyana xwe ji dest dan. Yek ji wan jî Mihyedîn Gulo ku li Hîzamê ya ser xeta sînorê bi tirkiyê ve ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafireke keşfê ya bêmirov hat hedefgirtin û jiyana xwe ji dest da.
“Gelo qedexeye ku ev gel bi aramî ser axa xwe jiyan bike?”
Dayika şehîd Mehyedîn Gulo Şemsîxan Gulo bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên ser tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina gel û wiha got: “Êdî ev milet nema dikare bi aramî jiyan bike û nikare bi rehetî karê xwe bimeşîne. Dewleta tirk a dagirker sivîlan dike hedef û wan bi tang û topan qetil dike. Bûyereke hov berî çend rojan jî pêk hat ku du zarokên biçûk bi bav û apên xwe re li Taxa Sînayê kar dikirin, dewleta tirk ew bi balafirên keşfê hedef girtin û di encamê de ew zarokên biçûk jiyana xwe ji dest dan. Wijdanê mirov nema dikare van kiryaran qebûl bike, ji ber dewleta tirk a dagirker û kiryarên wê yên hovane aramî û ewlehî di herêmên me de nemaye. Gelê sivîl çi kiriye heta ku rastî van êrîşan tê, gelo qedexe ye ku ev gel li xaka xwe bi aramî jiyan bike?.”
"Bi salan e ev gel li ser piya ye û bi saya îrade û hêzên xwe yên leşkerî DAIŞ şikand"
Şemsîxan Gulo da zanîn ku kurê wê yek ji wan kesên ku di encama êrîşên dewleta tirk de hat hedefgirin û wiha axivî: “Dewleta tirk a dagirker êrîşî kolana Hîzamê ya li ber sînorê navbera tirkiyê û Rojhilatê Sûriyê kir û gel hedef girt, yek ji wan kesên ku hatin hedefgirtin û kurê min Mihyedîn Gulo bû. Bi salan e ev gel li ser piya ye û bi saya îrade û hêzên xwe yên leşkerî DAIŞ şikand."
“Dê hesab ji sûcdaran bê xwestin, em kujerê zarokên xwe bernadin”
Şemsîxan Gulo destnîşan kir ku dê hesab ji sûcdaran bê xwestin û ew kujerê zarokên xwe bernadin û wiha pê de çû: “Heta vê kêliyê dewlet û kesên berpirsyar dengê xwe nekirine, ev dewlet hevkariya dagirkeriyê dikin û li ser beden û xwîna zarokên me jiyan dikin. Komkujî derheqê me de tên pêkanîn. Li hember van kiryarên dijmirovî bêdengiyek navdewletî heye û sucdar qet nayên cezakirin. Dê hesab ji kujeran û sûcdaran bê xwestin. Biryaya gel yek e, ji ber ku ev êrîş ne tenê ser hin kesên taybet tên kirin, tevahî gel bi hemû pêkhateyên xwe tên hedefgirtin di nav de zarok û jin jî. Dewleta tirk dixwaze erdîngariya me bide guhertin û weke Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê herêma me jî dagir bike."
"Tenê sûcê wan ew e ku daxwaza mafê xwe dikin û li pey doza gelê xwe ne"
Şemsîxan Gulo tekez kir ku wan gelek bedelên giranbuha daye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Malbata Gulo bi dehan şehîd daye. Berî demekê dîsa dewleta tirk sê kes ji malbata me kirin hedef. Tenê sûcê wan ew e ku daxwaza mafê xwe dikin û li pey doza gelê xwe ne. Heta dawî em ê li ser şopa şehîdên xwe bin. Em wekî malbatên şehîdan ti carî kujerê zarokên xwe efû nakin."