Emîne Şenyaşar: Heta ku edalet neyê, ez ji vir naçim

Emîne Şenyaşar a ku 521 roj in li ber Edliyeya Rihayê têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, bertek nîşanî astengiyên polîsan da û banga piştevaniyê kir. Emîne Şenyaşar got: "Heta ku edalet neyê, ez ji vir naçim.”

Riha- Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, ket roja xwe ya 521’emîn. Malbata ku ji ber germbûna hewayê 4 roj in dixwazin li ber siya avahiya edliyeyê rûnîn îro jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Dayik û kurê wê nobeta xwe li qada ku weke “ Qunçika edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin dan destpê kirin. 

“Polîs destûr neda ez rûnêm

Emîne Şenyaşar bertek nîşanî astengkirinan da û got: “Zilmê li me dikin. Duh me li ser pêya hiştin. Polîs destûrê nadin ku ez rûnêm. Ji min re gotin, ‘li ser pêya bimîne’. Bi bestûka min girtin û cezayê ‘li ser pêya bimîne’ dan min. Zilmek zêde li me dikin. Salek û nîv e li vir rûdinêm. Êdî bes e bila edalet bicih were da ku ez biçim mala xwe.” Emîne Şenyaşara bang piştevahiyê kir, wiha got: “Bila her kes li dijî vê zilma li me tê kirin, li ba me cih bigire. Heta ku edalet neyê, ez ji vir naçim.”

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyayê ev tişt parve kir: “Hêza dewletê ji bo pêkanîna hiqûq, edalet û wekheviyê heye. Yê ku dewletê bi rê ve dibe mirov e, dê ji vê zilma tê berdewam kirin re bêje bes e...”