Îdiaya ku zaroka rastî êrişa zayendî hatiye dema temenê wê bigihêje 12 salî dê bi sûcdar re were zewicandin!

Li Mûşê zarokek ji aliyê cîranê xwe yê bi navê A.K ve rastî êrişa zayendî hat. Li gor îdiayan hat diyarkirin ku piştî êrişa zayendî malbatan hatine cem hev, hat hînbûn ku bi soza pere û zewacê hewl hatiye dayîn ser bûyerê bê girtin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Mûş – Li Tirkiyeyê dozên êrişa zayendî ya li dijî zarokan zêdebûn tê jiyîn, gelek ji wan bêyî sewqî darazê were kirin tên girtin. Di hin dosyayên êrişa zayendî yên ku sewqî darezê hatin kirin de jî, cezayên têrker nayên dayîn. Li Mûşê di meha tîrmehê de zaroka 4 salî ji aliyê mêrê bi navê A.K ê 18 salî ve rastî êrişa zayendî hat. Zarokê ku piştî dayika wê zarok di nava xwînan de dît rakirin nexweşxaneyê, hat dermankirin. Dayik piştî ku bûyer li nexweşxaneyê derket holê,  mêrê bi navê A.K gilî kir. A.K ê ku piştî îfadeya wî hat girtin û hat binçavkirin, di encama raporên ji nexweşxaneyê hatin girtin de hat girtin û şandin girtîgehê.

Der barê zarok û kiryar de soza zewacê hat dayîn

Li gorî îdiayan, hat diyarkirin ku malbata kiryar ku piştî girtina kiryar bi malbata zarokê re hatin cem hev, gotiye “Em keçekê bidin we”, malbata ku piştre dev ji vê rewşê berda, ji malbata zarok re 80 hezar TL daye û hewl dane serê bûyerê bigre. Her wiha hat îdiakirin ku malbata zaroka rastî êrişa zayendî hatiye ji malbata kiryar re gotiye, "Dema keçîk hat 12 saliya xwe, bûka we ye."

Hewil tê dayîn bi pereyan serê bûyerê bigrin

Rewşa girtiya kiryar berdewam dike, hat hînbûn dayika ku piştî bûyerê gilî kiriye, piştî bûyerê hat jiyîn zaroka xwe girtiye demekê çûye mala bavê xwe û paşê vegeriyaye Mûşê. Dema qonaxa lêpirsîna êrişa zayendî ya ku tê îdiakirin bi gotinên pere û zewaca di navbera malbatan de hatiye girtin nehat hînbûn, di nava agahiyên hatine bidestxistin de tê diyar kirin ku rewşa tenduristiya zarok jî ber bi başbûnê ve diçe.

Di bûyeran tê jiyîn de tu tedbîr nayên girtin

Çavkaniyên herêmî yên ku me xwe gihand bal kişandin ku di pêvajoya dawî de li bajêr bûyerên bi vî rengî zêde bûne û bang li rayedaran kirin ku ji bo ev bûyer bên bihîstin û serê bûyerê neyê girtin xebatên pêwîst bikin. Ji aliyê hemû gel ve tê zanîn ku bûyerên êrişa zayendî yên li bajêr bi taybetî di qursên Qur'anê de tên jiyîn û di çapemeniyê de cih digirin roj bi roj zêde dibin.