Li Minbicê li ser prensîb û rêgezên bingehîn ên ji bo jinan civînek hat lidar xistin

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca nîqaşkirina prensîb û bendên bingehîn ên jinan û guhdarîkirina pêşniyarên jinan li Minbicê civînek li dar xist.

Minbic - Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca nîqaşkirina prensîb û bendên bingehîn ên jinan û guhdarîkirina pêşniyarên jinan civînek li dar xist. Civîn bi xwendina pirensîp û bendên bingehîn ên jinan ji aliyê Cîgira Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê û endama Komîteya Yasayî ya Koordînasyona Jin Semîra El-Ezîz ve dest pê kir.

Piştî qedandina xwendina 26 prensîb û xalên giştî, gotûbêj ji bo pêşniyarên ku di konferansa bê de bên pêşkêşkirin, hat vekirin.

Xalên bingehîn hat nîqaşkirin

Berdevka Fermî ya Meclîsa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ibtîsam Ebdulqadir wiha axivî: "Bajarê Minbicê xwedî taybetmendî ye ji ber ku herêmeke eşîrî ye û edetên wê hene, lewma em weke rêxistinên femînîst di pêkanîna qanûnên jinan de bi zehmetiyan re rû bi rû ne. Prensîb û bendên ku ji bo jinan wek makezagon an jî peymaneke civakî ye. Ji bo parastina destkeftiyên jinan û parastina jinan pêşniyar ji aliyê beşdaran ve hatin kirin."

Cîgira Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê û endama Komîteya Yasayî ya Koordînasyona Jin Semîra El-Ezîz wiha anî ziman: "Me xalên bingehîn ên ku di sala 2021’an de hatin erêkirin nîqaş kirin, ji ber ku mebest ew bû ku em van prensîban bikin nexşerêyek ji bo pêşxistina qanûnên sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo gihiştina civakek demokratîk ku tê de edalet û azadî pêk were."

Rojên pêş dê bi rêya komînan hevdîtina bi jinan re pêk were

Endama Koordînasyona Meclisa Jinan Feyrûz Xelîl di derbarê civînê de wiha got: "Me ev civîn ji bo gotûbêjkirina aliyê qanûnî yê mafên jinan li herêmê li darxist. Pêşniyar hate kirin ku civîn li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir bên lidarxistin. Li Reqa û Minbicê civîn hatin lidarxistin. Di rojên pêş de wê bi rêya komunan bi jinên di nava civakê de hevdîtin bên kirin û em ê xwe bighînin hemû jinan da ku em van xalan bi wan bidin nasîn. Ji bo ku bigihêjin civakeke ku mafên jinan diparêze, em ê nerîna civakê li ser van esasan bigirin."