Postera girtiya nexweş Aysel Tugluk li Kadîfe Kaleyê hat daliqandin
TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Îzmîrê, postera Aysel Tugluk li Kadîfe Kale daliqandin. Di posterê de nivîsa "Deng bibe girtiyên nexweş" cih girt.
Îzmîr – Siyasetmedara jin a Kurd Aysel Tugluk tevî nexweşiya xwe ya demansê nayê berdan. Aysel Tugluk a ku li girtîgehê ji ber nexweşiya xwe gelek pirsgirêkan dijî, rojên borî jî wê neçarî îfade dayîne hiştin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê jî neberdana siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk a tevî nexweşiya xwe demansê, bi postera ku li Kadîfe Kaleyê daliqandin şermezar kirin. Li ser postera Aysel Tugluk nivîsa “Deng bide girtiyên nexweş” jî cih girt.