Şêniyên Qamişlo: Yan balafirên dewleta tirk bisekinînin an jî ji axa me derkevin
Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û bêdegiyê cîhanê, Hêzên Parastina Civakî HPC û HPC-Jin li pêşiya avahiya NY a li Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî li dar xist.
Qamişlo- Ji ber berfirehekirina êrîşên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 8’ê Tebaxê ve ku dewleta tirk bi top û balafirên keşfê êrîş dike. Hêzên Parastina Civakê HPC- Jin li pêşiya nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişko - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çalakî li dar xist û nerazîbûna xwe ji bo bêdengiya cîhanê nîşan da. Çalakvanan dirûşmeyên “Qatil Erdogan, bijî Rojava” berz kirin.
“Em ji NY bawer nakin ji ber ku me dixapînin”
Rêveberiya Hêzên Parastina Civakê HPC- Jin Wetha Wanikî diyar kir ku êdî ew nema ji NY bawer dikin ji ber ku her car wan dixapînin û dengê wan nayê û wiha destpê kir: “Em hatine pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ji bo ku dengê me bigihêje tevahî cîhanê, NY seozek dane me û ne ligorî sozê xwe ne. Em dibêjine aliyên pêwendîdar çima hun li pêşita tirk disekinin, ji sala 2019’an de we got ku em ê balafirên tirka bidin sekinandin lê mixabin en rast e, ji ber ku rojane herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên topbarankirin. Em nema qebûl dikin ku êdî werin pêşiya dergehê NY daxuyaniyan radestî wan bikin û li bedna bersiva wan bimînin, her careke ku daxuyanî radestî wan tê kirin bersiv naye û dibe ku nameyên me nagihînin.”
“Heta ku balafirên dewleta tirk bê rawestandin em ji vir naçin”
Wetha Wanikî tekez kir ku dê ji pêşiya dergehê NY neçin heta ku helwesteke cidî nîşan bidin û balafirên tirkiyê bisekinînin û wiha pêde çû: “Em ê konê xwe li pêşiya dergehê wan deynin û ji vir naçin heta zelalkirina helwestê. Tenê bila ji me re rastiyê bêjin, bila bêjin an hevalên dewleta tirk in û ji axa me derkevin û yan jî divê helwesteke cidî nîşan bidin ji bo gelê me li beramberî êrîş û kiryarên dewleta tirk. Çalakiya me nayê rawestandin heta sekinandina balafirên keşfê yên dewleta tirk a dagirker ser asîmana Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Hun wekî dewletên neteweyî xwe berpirsyar dibînin dibînin li ser ewlehiya Rojava û hun mecbû in bi erkê xwe rabin.”
“Eger demokratî û mafê mirovan heba, dê zarokên me bi balafirên tirka ne miriba”
Wetha Wanikî bi van hevokan axaftina xwe bi dawî kir: “Mixbin Netweyên Yekbûyî û yên ku bi mafê mirovan û demokratiyê bang dike, mixabin demokratî li gel wan tune ye. Eger demokratî û mafê mirovan heba dê zarokên 14 salî ne dihatin qetilkirin li ser axa me û jin ne dihatin birîndarkirin. Kanî mafê mirovan çima heta vê kêliyê dengê xwe nakin, we xwe ker, kor û lal kiriye û rû li pêşiya qetilkirina gelê me divekin, madem hun dengê xwe nakin ev tê wateya ku hun jî hevakrê dewleta tirk a dagirker in.”