Çandina sebze û nebatan hêzê dide jinan û hilberînê zêdetir dike

Jina Lubnanî Cesîka Hekîm bi hezkirina çandiniyê û axê berê xwe daye navçeya xwe, li ser banan û di nava qutiyan de sebze û nebatan çandine.

SÛZAN EBÛ SEÎD

Beyrûd- Cesîka Hekîm bi riya destpêşxeriya xwe ya çandiniyê li bajarokê Ertiz ê eyaleta El-Betron ku li bakurê Lubnanê ye, di warê çandiniya xweser de dixebite. Ev çandinî li ser banên avahiyan tê kirin, gelek nêrînên erênî der barê projeya wê de hatine her wiha çend xelatan jî girtine.

Cesîka Hekîm, ji bo çandiniyê banê dibistaneke kevin jî bi kar aniye ku kesên diçin serdanê, dikarin bi riya wê jiyana gundên kevin a dapîr û kalên me bibînin. Ji ber wê gelek alav û berhemên destan ji firax û alavên çandinî û malan danîne. Di heman demê de xwarina jinên gundê xwe û yên derdorê jî pêşkêş kiriye, ne tenê ev lê belê wê dikaribû 6 jinan ji bo kar jî bigre.

‘Min ji nava malê hez nekir biryar da berê xwe bidim bajarokê xwe yê biçûk’

Cesîka Hekîm got: "Min ji karê hundir hez nekir, min xwest ez serbixwe kar bikim û dest ji bajar berdim, berê xwe bidim bajarokê xwe yê biçûk Ertizê. Tevî ez pispora hesabgiriyê me, min pisporiya xwe ji bo berfirehkirina karê malbatê di warê qesabiyê de bi kar anî. Me dikana qesab kir Super Market û min karê çandiniyê di bexçeyê mala xwe de berdewam kir. Min biryar da beşek ji erdê bi kar bînim. Yanî li derdora 500 metre kab, piştre min bi hezaran şitil danîn. Bi vê yekê jî dikaribûm çandiniyeke organîk a berdewam biçînim."

‘Mirov bi çandiniyê vedigere koka xwe’

Cesîka Hekîm axaftina xwe wiha berdewam kir: "Bi vê yekê her welatiyek dikare bibe cotkar, ev destpêkek ji rûberên biçûk e. Bi taybetî yên ji madeya baton çêbûne lê belê min dît ku ev awayeke ez dikarim pê çandiniya xwe bê alîkarî bikim gelek kesên ku bixebitin û av jî ji bo karê wê pêwîst nakin, jixwe av li cem me gelekî kêm e."

Cesîka Hekîm diyar kir ku wê projeya xwe berfireh kiriye ji ber armanca wê ew e ku vegere koka xwe.

‘Her cure sebze û nebatan diçînim’

Cesîka Hekîm got: "Îsal min sîr, pîvaz, rihana sor, xes, xesên sor, gêzer, petat, zetera zobaa û Keyl çandin, nebatên xwezayî jî hene, ez zehter û simaq di meha Tîrmehê de ji bo mûneta malan her wiha ji bo çêkirina nanê zehter jî berhev dikim."

Her wiha diyar kir ku wê xesên sor çandine ji bo ji wan berhema pesto ya bi rengê sor û bêhna xweş tê nasîn çêke û da zanîn ku şaxên wan jî ji bo xemilandina cureyên vexwarinan bi kar tîne.

Di qutiyên biçûk de nebat û sebzeyan daniye

Di heman demê de wê di qutiyên plastîk ku av di wan de dimîne de, çend cureyên nebatan mîna nane, bexdenûs, bacanên reş, bacanên sor û xiyar danîne.

Cesîka Hekîm hewl dide projeya xwe berfirehtir bike, armanca wê jî ew e ku berhemdayînê zêde bike û vê fikrê belav bike.