rojane
-

Têkoşîna ÎHD’ê ya çil salan: Em bi îsrara roja ewil berdewam dikin
Komeleya Mafên Mirovan a "di tarîtiya 12’ê Îlonê de" hat damezrandin, 40 salî ye. Endama Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya ÎHD'ê Gulseren Yolerî, diyar kir 40 sal in ji bo parastina mafên mirovan têkoşîna xwe didomînin.
-

Feleknas Uca: Şengal di nava bêstatubûn û xemsariyê de tê hiştin
Siyasetmedar Feleknas Uca di 12’emîn salvegera fermanê de diyar kir ku tevî berxwedana xweser û hewldana ji bo jiyaneke nû, statuya Şengalê hîn jî ji ber polîtîkayên hikûmetan di nava qeyran û bêdengiyê de hatiye hiştin.
-

Ciwanên Şengalê ji bo bîranîna 12 siwariyan dimeşin
Bi boneya 12’emîn salvegera Fermana 3’ê Tebaxê û di çarçoveya bîranînên ferman, komkujî û cangoriyên 3’ê Tebaxa 2014’an a li Şengalê de, bi pêşengtiya Yekîtiya Ciwan û Jinên Ciwan a Êzîdxanê meşeke dirêj tê lidarxistin.
-

Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina 3 seatan a bi Rêber Abdullah Ocalan re vegeriya. Hat ragihandin ku dê sibê derbarê hevdîtinê de daxuyaniya nivîskî bê dayîn.
-

TJA’yê çalakiya hastaga #3êTebaxêJiBîrNekin da destpêkirin
TJA'yê, bi boneya salvegera êrişên qirkirinê ya li ser Êzidiyan, li ser platforma X’ê #3êTebaxêJiBîrNekin da destpêkirin.
-

Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê, ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, çû Girava Îmraliyê. Piştî hevdîtinê tê payîn ku heyet daxuyaniyê bide.
-

Mesûme Qasimîpûr: Ez ê dest ji gotina ‘ji darvekirinê re na’ bernedim
Lîstikvana Îranî û girtiya siyasî ya berê Mesûme Qasimîpûr, bertek nîşanî gefên dadwerî yên li dijî dijberên cezayên darvekirinê da û got: "Hûn nikarin dengê ji bo parastina rûmeta mirovan bibirin.
-

Di bombebarana Îsraîlê ya li ser Xezayê de: 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
Êrîşên hewayî yên Îsraîlê li ser Xezayê didomin gelek kes hatin kuştin û mal hilweşiyan. Di heman demê de bi hewldanên navneteweyî ji bo rawestandina aloziyê hê jî cenaze ji bin kavilan tên derxistin.
-

YJŞ: Hêza parastina jin di bingeha avakirina neteweya demokratîk de bi biryar e
Fermandariya Biryargeha YJŞ’ê di salvegera Jenosîda 3’ê Tebaxê de daxuyaniyek da, tekez kir ku xweparastin û têkoşîna rêxistinkirî polîtîkayên qirkirinê vala derxistiye, têkoşîna ji bo azadiya jinên Êzidî yên dîlgirtî dê bidome.
-

Kovara Jinê bi berga ‘Jinên Êzidî: Ji Jenosîdê berbi îradeya damezrîner’ derket
Hejmara 179’emîn a Kovara Jinê, Jenosîda Şengalê ya 3’ê Tebaxê bi şahidiyên jinên Êzidî, têkoşîna edaletê, ezmûnên xweparastinê û îradeya wan a ji bo ji nû ve avakirina jiyanê digre dest û balê dikşîne ser rola jinan a damezrîner.
-

Jinên Êzidî: Em dixwazin dîlgirtiyên me azad bibin
Bi boneya bîranîna 12’emîn salvegera Fermana 74’an ev 10 roj in li Şengalê kon hatiye vedan. Jinên serdana konên bîranîna Fermana 74’an dikin gotin ku divê fermana 74’an weke jenosîd bê nasîn, hesab ji berpirsiyaran bê pirsîn’
-

Rohat Xelîl : Desteya Jinan a Cizîrê bi fermî entegreyî desteya Malbat û Nifûsê bû
Seroka Desteya Jinan a kantona Cizîrê Rohat Xelîl diyar kir ku Desteya Jinan a Cizîrê fermî, entegreyî Desteya Malbat û Nifûsê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bûye û got ku Desteya Jinan a Cizîrê dê xebatên xwe bidomîne.
-

Tora Beşdariya Siyasî ya Jinên Efganî: Polîtîkayên Talîbanê mafên jinan înkar dike
Tora Beşdariya Siyasî ya Jinên Efganî di daxuyaniyekê de diyar kir ku polîtîkayên Talîbanê yên li dijî jin û keçan bûne sedema binpêkirineke mezin a mafên wan û bang li civaka navneteweyî kir ku piştgiriyê bidin daxwazên azadî û wekheviyê yên jinên Efganî
-

Êrîşa zayendî ya li qereqola polîsan bû sedema şermezarkirinê
Bûyera êrîşa zayendî ya li dijî jinek a li qereqola polîsan a bajarê Dîwaniyayê yê Iraqê, bû sedema bangên hesabdayîna berpirsyaran û xurtkirina çavdêriya li ser navendên binçavkirinê.
-

NADA: Bila Jenosîda Şengalê bi fermî were naskirin û berpirsiyar bên darizandin
Bi boneya 12'emîn salvegera Jenosîda Şengalê, Hevgirtina Jinên Demokratîk li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) daxuyaniyek da û banga naskirina jenosîdê, darizandina sûcdaran û parastina mafên gelê Şengalê hate kirin.
-

Dayîkên Şemiyê: Bêcezatî berdewam dike, em edaletê dixwazin
Dayîkên Şemiyê di hefteya 1114’emîn de doza Mehmet Ertak ê ku di sala 1992’an de li Şirnexê di binçav de hatibû windakirin anîn rojevê. Tevî hemû şahid, belge û biryara DMME’yê jî bal kişandin ser domandina bêcezatiyê û daxwaza edaletê kirin.
-

Li Îranê rojev gef darvekirin îşkence û kuştina domdar e
Gefên darvekirinê li Îranê ku jin, zarok, ciwan û mele her kes pê re rûbirû dimînin ji aliyê Pasdarên Şoreşê ve fikarên li ser binpêkirinên mafên mirovan ên berdewam li Îranê, zêde kirine.
-

Dûmana şewatan li parzemînan belav dibe û tenduristiyê tehdît dike
Ji ber guherîna avhewayê qadên şewatên daristanan berfireh dibin; WHO hişyar dike ku dûmana jehrîn a van şewatan li seranserê bajaran û welatan belav dibe, kalîteya hewayê xera dike û gefeke cidî li ser tenduristiya bi mîlyonan kesan çêdike.
-

RÊPAK: Têkoşîna jinan li seranserê cîhanê xurttir dibe
RÊPAK’ê, bultena xwe ya meha Tîrmehê ya li ser rewşa hiqûqî ya jinan weşand. Di bultenê de wiha hat gotin: “Têkoşîna jinan li seranserê cîhanê xurttir bûye. Daxwazên ji bo maf û azadiya civakî, zêdetir bûn. Jin daxwaza edaletê dikin.”
-

Di meha Tîrmehê de li Sûriyeyê 231 kes hatine kuştin: Ji wan 20 jin û 60 zarok in
Li gorî rapora Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di meha Tîrmehê de li herêmên cuda yên welat herî kêm 231 kes ku piraniya wan sivîl bûn, hatine kuştin. Rêxistinê bal kişand ser lawaziya rewşa ewlehiyê û banga parastina sivîlan kir.