rojane
-
Der barê saziyên ku Mîtînga Azadiyê asteng kirin gilî hate kirin
DEM Partî têkildarî qedexekirina Mîtînga Azadiyê bal kişand ser sûcên hatîn kirin û der barê saziyên dewletê de gilî kirin.
-
Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan konferansek li dar xist
Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî ji pisgirêka Kurd re Çareserî ”konfransek li dar xist.
-
Peywendiya telefonê û hevdîtinê li Nesrîn Şakremî hate qedexekirin
Hate ragihandin ku rejîma Îranê peywendiya telefonê û hevdîtina li gel Nesrîn Şakremî ku 6 rojin hatiye binçavkirin, qedexekiriye.
-
Zêdeyî 500 kesayetan banga betalkirina cezayê Nilûfer Hamêdî û Îlahe Mihemedî kirin
Zêdetirî 500 kesayetan bi nameyekê bang li serokê Desteya Dadwerî ya Îranê kirin ku cezayê girtîgehê ya li rojnamevan Nilûfer Hamêdî û Îlahe Mihemedî hatî birîn, betal bike.
-
Li Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn
Li Endama KJAR’ê Werîşe Muradî û rojanmevan Pexşan Ezîzî ku li girtîgeha Evînê tên girtin ji dosyayayek din li her yek ji wan 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn.
-
TJA’ê li dijî pergala tendirûstiya çewt banga têkoşînê kir
TJA'yê bal kişand ser têkçûna pergala tendirûstiyê û got ku carek din derket holê ku bedana jinê ji alîyê pergala kapîtalîst ve çawa tê îstismarkirin û banga tekoşînê kir.
-
DEM Partiyê li dijî qetliamên pitikan daxuyanî da
DEM Partî derbarê ‘Çeteyên yenîdogan’ de li ber Wezareta Tendirûstiyê ya Tirk daxuyanî da û got: “Hikumeta AKP’ê ji jiyandestdana 12 zarokan û qetilkirina wan berpirse. Wezîrên wê yê tendirûstiyê ji vê qetilîamê berpirse. Divê demildest îstifa bike.”
-
Ji bo 10 jinên Behayî cezayê girtîgehê hat birîn
Dadgeha Şoreşê ya Îsfehanê 10 sal cezayê girtîgehê û cezayên pare li 10 jinên ji baweriya Behayî birî.
-
Destûr nayê dayîn ku girtiya siyasî Hacer Seîdî tedawî bibe
Hate ragihandin ku serdana bijîjk ya parêzvana mafê jin û girtiya siyasî Hacer Seîdî tê astengkirin û ji tedawiyê bê par tê hiştin.
-
Gelê Amedê li dijî talana xwezayê ya dibin navê ‘lêgerîna petrolê’ nerazîne
Li Amedê di van salên dawî de talana xwezayê ku bi navê lêgerîna petrolê hatî destpêkirin, bi navçeya Pasûrê re berdewam dike. Li navçeyê ji bo riya ku diçe qada sondajê bi hezaran dar hatine birîn gel bi gotina: “Em ê xaka xwe bernedin” bertek nîşan dan.
-
Başûrê Kurdistanê li benda encamên hilbajirtinê ye
Ji sedî 72’ê dengderan beşdarî hilbijartinên giştî ya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê bûn. Di dema ku beşdariya herî zêde li Duhokê pêk hat, tê gotin ku ji sedî 30’ê kursiyên parlamentoya nû ji bo jinan hatiye veqetandin.
-
TJK-E dest bi kampanya şandina nameyan kir
TJK-E destnîşan kir ku divê KWKE biryarên ku der barê Îmraliyê de girtine ne piştî salekê, demildest bixe meriyetê û ragihand ku ew ê di 21’ê Cotmehê de dest bi kampanya nameyan bikin.
-
Zuleyxe Ebdî: Divê jin li dijî şerê taybet rawestin
Zuleyxa Ebdî li ser zêdebûna estetîkê axivî û diyarkir ku girîng e jin di warê fikrî de xwe bi hêz bikin da ku bikarin li dijî şerê taybet ê ku li dijî jinan tê meşandin rawestin.
-
Jiyana koçberên li beravên deryaya Xezayê di xeteriyê de ye
Bi hatina demsala zivistanê re koçberên Xezayê bi karesetekê re rûbirû dimînin. Cîhê ku Îsraîlê bi ewle pênase dike xetek yekser li ser beravê ye û bi bilindbûna pêlên deryayê ango lehiyê dê xeteriyek mezin bi xwe re bîne.
-
Çalakvanên Mexmûrê: Çi dibe bila bibe em dev ji têkoşîna xwe bernadin
Çalakvanên jin ên wargeha Mexmûrê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne, wiha gotin: “Em ê heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin. Çi dibe bila bibe em dev ji têkoşîna xwe bernadin.”
-
Dengdana hilbijartinên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê bi dawî bû
Proseya dengdayînê ya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ku îro saet di 07.00’an de dest pê kiribû, saet di 18.00’an de bi dawî bû.
-
Xeza 380 roj in di bin êrîşan de ye
Hejmara kesên di êrîşên ku ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Zîvala Xezayê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat kirin de jiyana xwe ji dest dan bû 42 hezar û 603.
-
Dewleta Tirk li Eyn Îsa 3 zarok qetil kir
Di encama êrişa dewleta Tirk li ser gundê Al Fetsa ta Eyn Îsa de 3 zarokên ku pezê xwe diçêrand hatin qetilkirin.
-
TAJÊ serdana Rêxistina Fushet Emal kir
Şandeyek ji dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) serdana Rêxistina Fushet Emal kir û li ser yekitî û têkoşîna jinên Êzidî û Iraqî nîqaş kirin.
-
DFG’ê ji bo piştevaniya bi rojnamegeran re bang kir
DFG’ê ji bo danişînên rojnameger Dîcle Muftuoglû û Abdurrahman Gok banga tevlibûnê kir û got: “Ya ku tê darizandin rojnamegerî ye. Em banga tevlibûna danişînan dikin.”