UNRWA: Li Xezayê 60 hezar kes terkî mirinê hatin kirin

Ajansa Avadanî û Alîkariya bi Penaperên Sûriyeyê ya li Rojhilatê Nêz a NY’ê diyar kir ku li Xezayê ji ber astengiyên alîkariyan 60 hezar kes terkî mirinê hatine kirin.

Navenda Nûçeyan- Rêvebera Têkiliyan a bi qidem a Ajansa Avadanî û Alîkariya bi Penaperên Sûriyeyê ya li Rojhilatê Nêz a NY’ê (UNRWA) Jonathan Fowler têkildarî êrişên dijwar ên Îsraîl û rewşa alîkariya mirovî ji bo Zîvala Xezayê ya dibin dorpêçê de ye nirxandin kir.

Jonathan Fowler diyar kir ku li bakûrê Xeza ku dibin dorpêça Îsrailê deye 60 hezar kes hatine îzole kirin û ev mirov terkî mirinê hatine kirin.

Jonathan Fowler diyar kir ku li Zîvala Xezayê krîza mirovî tê jiyîn û got: “Li ku derê were temaşekirin hemû nîşane bi temamî felekat e. Kêmaniya derman, xwarin, ava vexwarinê û xwegihandinê tê jiyîn. Her dem bûyerên derketina ji cihê xwe, mirin, hilweşîn û windabûna mirovan tê jiyîn. Rewş bi temamî felaket e. Li vê derê nêzî 2 milyon nufus heye û ji bo di jiyanê de bimînin bi temamî girêdayî alîkariyên mirovî ne. Ev çêkera mirovan felaketek e û berdewamkirina wê bêwijdanî ye.”

Rojane pêwîstî bi 500 tirên alîkariyê heye

Jonathan Fowler bal kişand ser kêmaniya hejmara tirên ku malzemeyên alîkariya mirovî digrin û diçin Zîvala Xezayê. Jonathan Fowler anî ziman ku di 27’ê Mijdarê de ji deriyên sînor tenê 75 tir ketine Zîvala Xezayê û da zanîn ku ji bo pêwîstiyên bingehîn ên nufusê werin dabînkirin rojane divê nêzî 500 tirên alîkariyê bikevin Xeza lê belê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha qet negihîştiye vê hejmarê.

Tenê xwe gihandine 340 hezar kesan

Jonathan Fowler da zanîn ku li bakûrê Xezayê 400 hezar kes dijîn lê belê NY û hevkarên wê tenê dikaribûne xwe bigihîjînin 340 hezaran.

Jonathan Fowler destnîşan kir ku negihîştine beşa bakûrê Xezayê ya di bin dorpêçê de û wiha domand: “Hê li bakûrê Xeza ji bo xebatên meyên alîkariya mirovî gihandina me tê asteng kirin. Li bakurê Xezayê nêzî 60 roj in dorpêçek heye û 60 hezar kes li wê derê dijîn. Mirovên li wê derê bi temamî di rewşa îzolekirinê de ne. Xwarin û av tune ye. Heta xwe nagihîjînin ambulans û xizmetên weke wê. Em hewl didin xwe bigihîjînin mirovên ji cihên xwe bûne û  hevpîşeyên me yên Filistînê yên li herêmê û ji cihên xwe bûne lê belê ew jî di rewşeke gelek zehmet de ne. Der barê tiştên qewimîn de, bidestxistina wêneyek rast zehmet e lê belê tişta ku ez bibêjim ev felaketek mutlaq e.”

Jonathan Fowler îşaret bi wê yekê kir ku li bakurê Xezayê metirsiya kêmaniya xwarinê ya zêde dibe heye, ji bo cihekî ku ev 60 roje nikarin xwe bigihîjînin xwarinê ev encam ne balkêş e.

‘Mirov wê ji birçîna bimrin’

Jonathan Fowler da zanîn ku li herêmê trajediyek mezin tê jiyîn û got: “Mirovên ku li herêmên dorpêçkirî ne wê ji birçîna bimrin. Ger malzemeyên alîkariyê negirin wê çi bikin? Di bingehê de tiştekî xwarinê tune ye.” 

Zaroka birîndar jiyana xwe ji dest da

Li aliyê din li Rojhilatê Qudusê ku di bin dagirkeriya artêşa Îsraîlê de ye duh zaroka Filistînî ku birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. Li gorî ajansa nûçeyan ya Filistînê WAFA’yê; li herêmên sivîl ên li Rojhilatê Qudusê di bin dagirkeriyê de Husam Yakup Şuveykî yê 17 salî ku leşkerên Îsraîlê birîndar bûbû tevî birîndariyê hat binçavkirin jiyana xwe ji dest da.

Li Şerîaya Rojava û Rojhilatê Qudusê di encama êrişên Îsraîlê de ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha hejmara Filistîniyên jiyana xwe ji dest dane 168 zarok jî di nav de bû 802.