Li Qamişlo ji bo gelê Şehba û Helebê konê alîkariyê hat vedan
Di çarçoveya seferberiya ku Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rewşa şer a li Kantona Efrîn-Şehbayê, Meclisa Bajar a Qamişloyê konê alîkariyê veda û banga piştgiriyê kir.
Qamişlo – Di çarçoveya seferberiya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hat ragihand ji bo rewşa dijwar a ku herêm tê re derbas dibe û her wiha ji bo alîkariya welatiyên ku ji Şehba û Helebê koçber bûne Meclisa Qamişlo ya bajar dest bi kampanya kir. Bi amadebûna bi dehan ji sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Meclisa Malbatên Şehîdan bi rêya daxuyaniyeke çapemeniyê vekirina konê alîkariyê ragihand.
Bangawazî ji bo gelên herêmê
Li ser navê vê insiyatîfa Rêveberiya Xweser, Hevseroka Meclisa bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hêvî Ehmed daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin:
“Banga me ji bo tevahî gelên me. Gelê me li Heleb, Şehba û Til Refetê rastî êrişên hovane ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve tê. Bi rihê seferberiyê û ji bo alîkariya gelê xwe em du konan li bajarê Qamişlo vedikin. Yek dê li rojavayê bajêr li pêşiya Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo were vekirin, ê din jî li rojhilatê bajêr li kêlek gaziya Bedir dê were vekirin.
‘Rihê hevgirtinê divê’
Bi çanda xwe ya hevgirtin û hevdu qebûlkirinê, bila dil û dêriyê we ji bo gelê we vekirî be. Ji ber ku miletê me di rewşeke giran û zehmet re derbas bû û tenê bi cilên ser canê xwe derbas bûn. Tevî derfetên kêm û krîzên ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbas dibin ji ber êrişên Tirkiyeyê yên berdewam ser binesaziya herêmê, divê ku em bibin alîkar bi hev re di vê rewşê de.
Hêviyên gelê me yê Efrîn-Şehba bi me xurt e, loma divê ku em xwedî li vê hêviyê derkevin. Hêviya me jî bi gelê me xurt dibe. Hevgirtina me bersiva herî rast e li hember dijminê me.”
Hêjayî gotinê ye ku li bajarên cuda jî yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konê alîkariyê hat vekirin.