‘Dixwazin bi zagona hîcaba ferzkirî beden û nasnameya jinan kontrol bikin’
Jinên ku bertek nîşanî erêkirina hîcaba ferzkirî dan bi gotinên; “Dixwazin bi zagona hîcaba ferzkirî beden û nasnameya jinan kontrol bikin” û diyar kirin ku li dijî biryaran ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
VIYAN MEHRPARVAR
Mahabad – Di 16’ê Îlona 2023’an Jina Emînî bi hinceta ku hîcabê li gorî rêgezên îslamî nedaye serê xwe li Tehranê ji aliyê ‘polîsên exleq’ ve bi îşkenceyê hat qetilkirin. Ji ber hêrsa komkujiyê li welat bi pêşengiya jinan bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" serhildana şoreşgerî hat destpêkirin. Serhildana ku rûpeleke nû di dîroka azadiya jinan de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê vekir, dewleta Îranê ya dixwest şoreşê bitepisîne, polîtîkayên xwe yên çewisandinê yên li ser jinan zêdetir kir. Serhildanê bi taybetî li bajarê Mahabadê guhertinên girîng bi xwe re anî. Dema ku tu li bajêr digerî, dibînî ku di cil û bergên û nêzîkatiyên jinan de guhertinên girîng tên xuyakirin. Jin ruxmê hemû zext û gefan her diçe bi cesaret derdikevin pêş û di têkoşîna azadiyê de sînoran nas nakin.
‘Em ê tekoşîna xwe bidomînin’
Şalî A. ku ji Mahabadê ye diyar kir ku ji ber li gorî quralên hîcabê tevnegeriyaye gefa ku dê dest daynin ser wesayîda wê lê hatiye xwarin û wiha got: “Min çend peyamên hişyariyê girt lê guh neda wan hişyariyan. Piştre min xwest ez plakeya wesayîda xwe biguherînim û ji ber ez bi hinek pirgirêkan re rû bi rû hatim neçar mam wesayîda xwe biguheriînm. Ji bo ku ez ji wan pirgirêkan birevim hinek stratejiyan bi kar tînim. Qet niyeta min nîn e ez vegerim beriya şoreşê û em ê tekoşîna xwe bidomînin.”
Meha Mijdara derbasbûyî Yekîneya Fermankirina Başiyê û Parastina ji Xirabiyê û seroka Daîreya Jin û Malbatê Mehrî Talebî Daristanî, bi daxuyaniyek, ragihandibû ku dewletê li Tehranê ji bo jinên ku li gorî quralên hicabê tevnagerin, plan kiriye klînekek derûniyê veke. Mehrî Talebî diyar kir ku klînîka yekem a şêwirmendiyê ku dê piştgiriyê bide zagonên hicaba bi zorê dê "ji bo derxistina hicabê dermankirina zanistî û derûnî" saz bike. Vê plana ku 255 milyar tumen butçe jê re hatiye veqetandin, rastî gelek bertekan hat.
Zagon tên girankirin
Shima S. a ku mijarê nirxand got: “Dixwazin jinan bi awayekî hovane tepeser bikin, jinan weke nexweş bi nav bikin, an jî zagonên bêexlaqî li dijî wan derbixin. Ger hikumet li paşerojê binêre dê bibîne ku em ji bo azadiyê têdikoşin. Ev plana ku tevî nerazîbûnên berfireh hê jî nehatiye redkirin, xuya dike ku bibe cihê zexta derûnî ya li ser jinan.”
Dewleta Îranê ya ku nikare ferzkirina hicabê pêk bîne bi sernavê “Bi teşwîqkirina çanda hîcabê û exlaq piştgirîkirina malbatê” zagon amade kir. Ev zagona ku ji 74 madeyan û ji 5 beşan pêk tê, di meha Mijdarê de erê kir. Kesên ku hîcabê nedin serê xwe ji 5 milyon Tûmen heya 165 mîlyon Tûmenê cezayê pere, malî û ji xizmetê civakê bêpar hiştin tê fikirandin ji bo wan. Li gorî zagonê polîs, Wezareta Zanistî û hwd. Dê saziyên cuda cihêreng erkên rasterast bi cih bînin. Di hûrguliyên vê zagonê de diyar dibe ku li gel zext û zordariyên berfireh, desthilatdarî jî bo berîkên xwe tijî bike pêk tînê lê ev pêkanînên ku di wateya ragihandina şer a li dijî jinan de ye, wê encamên bêveger bi xwe re bîne.
‘Rejîma Îranê ji têkçûna xwe ditirse’
Civaknas Setara A. ya ji bajarê Bûkanê der barê zagonê de wiha got: "Komara Îslamê bi pêkanîna vê zagonê dixwaze gelan bîne pêşberî hev. Ya rast ev e ku jinan îro ji destpêkê ve bi têkoşîna mafên mirovan xwe ava kirine. Tişta ku me hem li Îran û hem jî li Rojhilat bi dest xistiye ew e ku jin li dijî zihniyeta baviksalarî ye. Îro jinên azadîxwaz weke dijminên herî mezin ên Komara Îslamê tên dîtin û pejirandina qanûnek wiha nîşana wê yekê ye ku rejîma Îranê ji têkçûna xwe ditirse.”
Setara A. di berdewamiya gotinên xwe de got: “Jin parêzvanên nirxên mirovahiyê ne. Riya azadiya civakî teqez di azadiya jinê re derbas dibe. Yên ku dawî li Komara Îslamî ya Îranê bînin wê jin bin. Pejirandina zagona hîcaba ferzkirî hewldana hikûmetê ya kontrolkirina beden û nasnameya jinan nîşan dide. Biryarên mêran rastî berxwedaneke berfireh a jinan hatin. Jin bi bêîteatiya sivîl û ji nû ve pênasekirina nasnameya xwe di têkoşîna jinan de rûpeleke nû dinivîsînin. Ev rûbirûbûn ne tenê dê paşeroja mafên jinan biguherîne dê jiyana pêkhateyên civakî û siyasî yên Rojhilat û Îranê jî biguherîne.”