50 otobus ber bi Ehdasê ve birê ketin

Nêzî 50 otobusên ku ji bo veguhestina koçberên din ên li Şehba û Şêrawayê mane derketibûn rê û ji aliyê komên çete yên girêdayî dewleta Tirk dagirker ve hatin astengkirin, ber bi Ehdasê ve birê ketin.

Navenda Nûçeyan – Ji bo veguhestina koçberên ku di dorpêça komên çeteyan de mane 50 otobus duh êvarê ber bi Şehba û Şêrawa ve derketibûn rê. Pêwîst bû ku îro otobus gelê li herêmê bi aniya. Lê li ketina bajarê Ehdasê ji aliyê çeteyan ve hatin astengkirin.

Piştî hewldanan karwanê otobusan ber bi Ehdasê ve bi rê ket. Karwanê seyareyan wê li Til Rifat, Şêrawa û gundewarên wan, Kampa Şehba, Fafîn û Ehdasê, gundewarên wan bigerin û xwe bigihîn gel da ku veguhezin herêmên bi ewle.

Çi bibû?

Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ku ji 27’ê Mijdara 2024’an ve, li ser Til Rifat û Şehbayê zêde bûn, Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê bi armanca pêşîgirtina komkujiyan biryara veguhestina gel a ji bo herêmên bi ewle girt. Li ser biryarê di 2’yê Kanûnê (2024) de dest bi veguhestina gel a ji bo herêmên Rêveberiya Xweser hat kirin. 

Heta niha bi deh hezaran welatî veguhestine Tebqa û Reqayê.