Pêngava komkirina alîkariyan ji bo koçberên Şehba û Helebê dest pê kir
Li ser banga seferberiyê ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat îlankirin pêngava komkirina alîkariyan ji bo koçberên Şehba û Helebê dest pê kir û li sê navendan kon hat vegirtin.
Hesekê-Rêveberiya Xweser li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrişên dagirkeriyê yên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li ser kantona Şehba-Efrînê û êrişên li ser herêmê, ji bo xweparastinê bang kir û seferberiya giştî îlan kir. Îro bi însiyatîfa Meclisa Bajarê Hesekê pêngava komkirina alîkariyan ji bo koçberên Şehba û Helebê dest pê kir û kon li sê navendan, li Taxa Til Hecer, Ezîziyê û Nasrayê hatin vedan. Her wiha çerxeriya Panorama ya taxa Giwêran weke navenda pêşwazîkirina koçberan hat diyarkirin.
‘Dem dema xwedîderketinê ye’
Endama Rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Fatma Mihemed tekez kir ku erka wan xwedîderketina li koçberan e û wiha axaftina xwe domand: “Gelê bajarê Hesekê gelekî berxwedêr e û di gelek rewşên zehmet re derbas bûye ji ber wê îro xwedîderketina li koçberan û bicihkirina wan, em weke erkeke xwe ya wijdanî dibînin. Em bang li tevahî gelan dikin ku bi ruhê gelê şoreşgerî pêşwaziya koçberan bikin û heya dawî bibin alîkar.”
Fatma Mihemd di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Êrişên ku niha çêdibin, li ser hemû gelên herêmê ne, bi taybetî li ser gelê Kurd e, ji bo wê dem dema yekitiyê ye. Gelê Kurd li ku derê bijî pêwîst e rabe ser piyan û li hemberî planên qirkirinê bisekine.”
Dê kon bi şev û roj ji bo komkirina alîkariyan vekirî be.