Talîban xwendina hemşîretî û pîriktiyê qedexe kir

Radyoya Azadiya Efganistanê ragihand ku Talîbanê xwendina jinan a di peymangehên hemşîretî û pîriktiyê de, qedexe kir. Ev yek rastî nerazîbûnên hundirîn û derveyî hat. Biryar, di roja 3’ê kanûnê de ket meriyetê.

Navenda Nûçeyan – Radyoya Azadiya Efganistanê li Ewropa li ser gotinên berpirsê navendên perwerdeya hemşîretî  û pîriktiyê yên li Efganistanê ragihand ku bi biryara hikûmeta Talîban, xwendina jinan a di peymangehên pîriktî, hemşîre û zanistî de, hatiye qedexekirin.

Ewê mirina dayîk û zarokan zêde bibe

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku ji aliyê Wezareta Tendirûstiya Efganistanê ve peymangeh hatine agahdarkirin. Bi vê agahdariyê xwendina jinan hat qedexekirin. Her wiha ger qedexekirin di navendên perwerdeyê de were bicihkirin, wê di demek nêz de rêjeya mirina dayîk û zarokan zêde bibe.

33 hezar û 500 xwendevanên keç li van navendan dixwînin

Her wiha li gora rapora Wezareta Tenduristiya Efganistanê, 33 hezar û 500 xwendevanên keç li navendên pîriktî û hemşîretiyê yên li Efganistanê dixwînin. Ev biryara Talîban rastî nerazîbûnan hat. Rêveberê balyozxaneya Brîtanyayê Robert Dickson  li ser malpera xwe ya fermî ya medyaya dijîtal X’ê derbarê biryarê de wiha got: “Em dilgiraniya xwe derbarê qedexekirina xwendekarên keç û jinan a di qadên tenduristiyê de tînin ziman û em weke binpêkirinek din a li hemberî  jinên Efganistanê pênase dikin.” Dickson destnîşan kir ku qedexekirina xwendina jinan a di qadên tenduristiyê de, gihandina jin û zarokan a ji çavdêriya tenduristiyê sînordar dike.